Jînenîgarî

Ehmed Umer Mihemed, di sala 1924an de li gundê Reziyan ê ser bi qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, her du zimanên kurdî û rûsî dizanibû, di sala 1974an de li Çiyayê Pîrsê bi sedema teqîna mînê Şehîd bûye.

Xebatname

Di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya awarte dest danîne ser hemû milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî şikestina Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de parastina Komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, general Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir hemû hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên leşkerî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya leşkerî dane wan. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa leşkerî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûkê ya nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya leşkerî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi awayê deste û taxim bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre para hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera general Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin û navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di sala 1974an de li Çiyayê Pîrsê mîn bi wî de diteqe û Şehîd dibe.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînêt xwe digêrît, beşê duduyê, kovara Metîn, liqê êkê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Dihok, çapxana Hawar, kanûna duduyê 1996z.
  3. Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknamê, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2004z).
  4. Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  5. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyê, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  6. Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duduyê, (Hewlêr - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2002z).
  7. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîriyê - 2001z).
  8. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
  9. Di bîranîna fermandeyê Şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - çapxaneya rewşenbîriyê - 1997z).
  10. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  11. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
  12. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
  13.