Jîyanname

Mela Hesen Babizdin, sala 1927 li gundê Barzanî ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, her li Yekîtiya Sovyet jîyana hevserî li gel Sûniya Baxûmova Fiyûd pêk hênaye.

Xebatname

Li 23ê gulana 1947 yaweriya jenera Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyet û di şerê gelê Qetûr û şerê pirda Makû de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, li 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyet, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyet, li 19ê hezîrana 1947 li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xwarin û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Li 10ê kanûna pêşîn a 1947 veguhestine bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û li 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî ya li 29ê tebaxa 1948 li Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Li adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyet dabeş bûn û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenera Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegeriyana jenera Mistefa Barzanî, li 25ê sibata 1959 û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.

Li sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî li 16ê nîsana 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûra Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1970 bi fermana Ehmed Hesen Bekir serokê Encûmena Serkirdatiya Şoreşê hatibû bexşîn ji bendkirinê derbarê pirsgirêka kuştina Ehmed Axa Zêbarî li bajarê Mûsilê, diviyabû sala 1973 li ser fermana Mela Mistefa Barzanî li Bexda vegeriyana bo Kurdistanê, lê fermana Mela Mistefa Barzanî ji bîr kir, sala 1974 li Bexda hat sêdarekirin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hemîd Gerdî, Pûxtê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).
  3. Zirar Silêman Beg Dergelêyî, Bîreweriyên min li salên 1943-1977 de, (Silêmanî - Çapxaneya Rehend - 2002z).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Şêrzad Ebdulrehman, Jîyan û Berxwedan D. Seîd Ehmed Nadir ku mêjû serweriyê dinivîsî, belavkiriyên Birayetî, (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  6. Salih Yûsif Sûfî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  7. Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û Mubarzat-ê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002z).
  8. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  9. Qerarên Encûmena Serkirdatiya Şoreşê hejmar 611, Kovara Belgehên Îraqî, Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandin, hejmar 1888 a, Bexda, Çarşem, 10 hezîran 1970m.
  10. Qerarên Encûmena Serkirdatiya Şoreşê hejmar 721, Kovara Belgehên Îraqî, Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandin, hejmar 1896 a, sala hejdehem, Bexda, Yekşem, 5 tîrmeh 1970m.
  11. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê ve bo Sovyet, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  12. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzanîyan bo Yekîtiya Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  13. Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14 tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşan - 1979m).
  14. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).