Hesen Elî Şêrwanî, sala 1926 li gundê Spîndar ser bi nahiyeya Gorto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî li gel Şerîfe Hesen Tûfa pêk aniye û xwediyê çar zarokan bûye, malbata wî ji neteweya tatarên nîvgirava Qirimê bûye. Sala 1993 xanenişîn hatiye kirin, Hesen Elî zimanê Kurdî, Tirkî û Rûsî zanîbûye, di 29ê nîsana 2013an de koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanedêr û di 12ê çiriya pêşîn a heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezokê kiriye. Di 8ê tebaxa 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Mêrgesorê kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêz û neveguhêzên wî de hatiye girtin.
Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bûye, di 3ê gulana 1946an de beşdarî şerê Milqerenê kiriye û serpel bûye. Piştî neskoya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Şino û Neqede kiriye. Ew ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê pira Makûyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî pê hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çerçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jênêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye, beşdarî şerên navçeya Soran kiriye û di şerê çiyayê Bradost de birîndar bûye, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê li Neqede niştecih dibe, sala 1977 vegeriyaye Kurdistanê, dûre ji aliyê hikûmeta Îraqê hatiye şandin bo Rumadî û zêde li wir nemaye û vegeriyaye gundê Spîndar. Di 1ê hezîrana 1990an de ser ji nû ve ji aliyê hikûmeta Îraqê tên veguhastin bo komelgeha Şaxolan û dûre bi penaberî berê xwe dide Komara Îslamî ya Îranê û li Neqede niştecih dibe, heta sala 1992an vedigere gundê xwe.
Sala 2010 li Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Mehabadê, rêrêva ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî nemir pê hatiye bexşîn.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
- Rêkarî Mizûrî, Jinen Ros û raguhastin û Enfal û komkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
- Sefer Yûsif Mîrxan, Bûnyatnerên îroyê yên Kurdistanê, (Hewlêr - Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Giştî - 2010z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgarî ya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 Nîsana 1959.
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lîl-Neşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





