Jiyanname

Sala 1930 li gundê Binêbiya ser bi nahiyeya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1982 li Îranê koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerên rêrew de beşdar bûye, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di warê xurek û kinc û hatûçûnê de wekî dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Ceifer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke mezin û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî dest bi cih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirinê li ser barûdoxa hevalên Mistefa Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wekî penaber berê xwe dide Îranê, sala 1979 beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û fermandeyê siriyê bûye, di jiyana Pêşmergatiyê de sê caran birîndar bûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - çapxaneya Xebat - 1996z).
  4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, berga duwê, (Dihok - çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
  7. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Cajokî, 62 roj ligel Mistefa Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  8. Lîs Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).