Heso Mehmûd Babekir di sala 1937an de li gundê Kanîlenjî yê ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di sala 1975an de piştî şikestina Şoreşa Eylûlê penaberî Îranê bû û li Luristan û Zêwe bi cih bû, piştî raperîna gelê Kurdistanê di sala 1991ê de vegeriya ser axa welat, ji bilî zimanê zikmakî ew bi zimanê farisî jî bi awayekî zêde baş dizane.
Di sala 1959an de tevlî refên Pêşmerge bû û di baskê Ehmed Mistê de xizmet kir, di Hêzên Pêşmerge de gihîşt çend pileyan, ji wan cîgirê fermandeyê bask di sala 1961ê de, û fermandeyê seriyê û cîgirê fermandeyê baskê navendê di seriya Dr. Seîd Ehmed Nadir de di sala 1970yî de, û cîgirê fermandeyê hêza Barzan di sala 1979an de, û di sala 1988an de bû berpirsiyarê hêzên Pêşmerge yên rêxistina Şêrîn, û di sala 1991ê de bû berpirsiyarê rêxistina Şêrîn.
Di sala 1974an de beşdarî dewreya perwerdehiya doşkeya 30 mîlîmetrî bû, di gelek şerên parastina Kurdistanê de beşdar bû. Sê caran birîndar bû, di sala 1963an de di şerê Çamê yê nêzîkî nahyeya Şêrwan Mezin de, û di sala 1974an de di şerê Mamrot ê qezaya Çoman de, û di sala 1995an de di şerê Rewandizê de.
Wek nûner beşdarî çar kongreyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di Kongreya Nehem a sala 1979an de, û di Konferansa Dâhêm a li Rojhilatê Kurdistanê di sala 1989an de, û di Kongreya Duwazdehêm a sala 1999an de, û di Kongreya Sêzdahêm a li bajarê Hewlêrê di sala 2013an de, Serok Mesûd Barzanî di Kongreya Sêzdahêm de nîşana Barzanî yê Nemir da wî.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


