Jînenîgarî

Hiso Mehmûd Babekir, di sala 1937an de li gundê Kanyelincî yê qezaya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di sala 1975an de piştî şikestina Şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li Luristan û Zêwe niştecî bûye, piştî Raperîna sala 1991ê ya xelkê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê, ji bilî zimanê zikmakî zimanê farisî bi başî dizane.

Xebatname

Di sala 1959an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û di qola Ehmed Mistê de bûye Pêşmerge, gelek pile di Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de wergirtine, di nav wan de di sala 1961ê de cîgirê serqol, di sala 1970yî de serleq û cîgirê amirê bala rast li Liqa Dr. Seîd Ehmed Nadir, di sala 1979an de cîgirê quweta Barzan, di sala 1988an de bûye berpirsiyarê Hêzên Pêşmergeyên rêxistina Şêrîn, di sala 1991ê de bûye berpirsiyarê rêxistina Şêrîn.

Di sala 1974an de xûla rahênana doşkeya 30 mml dîtibû, di gelek şerên parastina Kurdistanê de li dijî Artêşa Iraqê beşdarî kiriye, sê caran birîndar bûye, di sala 1963an de di şerê Çame de li nêzîkî nahyeya Şêrwan Mezin û di sala 1974an de li çiyayê Mamerût li qezaya Çoman û di sala 1995an de di şerê Rewandizê de.

Di çar kongreyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de wek endamê kongreyê beşdarî kiriye, Kongreya 9 di sala 1979an de û Kongreya 10 di sala 1989an de li Rojhilatê Kurdistanê, Kongreya 12 di sala 1999an de û Kongreya 13 di sala 2010an de li bajarê Hewlêrê, di Kongreya sêzdehem de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve Medalya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.