Jînenîgarî

Huseyn Cercîs Seîd, di sala 1890an de li gundê Pêndro yê ser bi nahiya Şêrwanê Mezin li qeza Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî nesko ya Şoreşa Yekem a Barzan ku Şêx Ehmed Barzanî û hejmareke zêde ya xêzanên barzaniyan penah birin ber bakurê Kurdistanê, di 21ê hezîrana 1932an de bi malbatî awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, paşê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve radestî dewleta melkî ya Îraqê tê kirin û tê veguhastin bo başûrê Îraqê. Di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê de li gel du kurên xwe bi navên Ebdulla Huseyn û Şino Huseyn pêşmerge bûn, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê xêzana wî Meryem Salih bû, çar kur û keçek wan hebûn bi navên Ebdulla Huseyn (1923), Xwace Huseyn (1929), Nêrgiz Huseyn (1929), Leşkerî Huseyn (1931) û Cercîs Huseyn (1937), piştî ku di 15ê nîsana 1947an de li gel Şêx Ehmed Barzanî li rûbarê Gader û girtina wan di sîmê Diyanayê de, her yek ji kurên wî Xwace Huseyn bo zindana Mûsilê û Şino Huseyn bo zindana Kerkûkê hatin veguhastin, Şino Huseyn li zindana Kerkûkê şehîd tê kirin. Şarezayî di her du zimanên rûsî û Kurdî de hebûye, sala 1964an di berwara bilind li gundê Qumrî li parêzgeha Dihokê koça dawî kiriye û li wir jî hatiye veşartin.

Xebatname

Salên (1907-1908) beşdarî şoreşa dijî osmaniyan bûye, sala 1925an beşdarî Şoreşa Şêx Seîdê Pîran bûye, salên (1927-1931) peywendî bi rêzên Şoreşa Araratê kiriye, sala 1932an peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kiriye û beşdarî şerên wê bûye.

 Di 28ê tîrmeha 1943an de peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsê Xêrezok û di 20ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsê Zêt û Çemê û Şêrwanê Mezin bûye, di 10ê çiriya paşîn a heman salê de di girtina binkeya polîsê Meznê de beşdar bûye û beşdarî şerê Kaniyarêş bûye, ji aliyê Barzanî yê nemir ve hatiye kirin fermandeyê mihwerê Xelan û Qişla Cisrî Biyav.

Bi sedema beşdarî di destbiserdagirtina binkeyên polîs de, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqî dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel  Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdar bûye û li gundê Qelatê birîndar bûye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji rojhilatê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha di nav wan pêşmergeyan de bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgir) bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan,  Ceneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya  Ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin di barûdoxê hevalên Barzanî de û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera   Ceneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew bi xwe û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û Serleq bûye, di şeran de beşdar bûye, li ser fermana Mistefa Barzanî tê şandin bo bingeha şoreşê li Qumriyê û dibe berpirsê nexweşxaneya şoreşê û erkê giringîdan û derman-kirina Pêşmergeyên birîndar jê re tê spartin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  3. Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  4. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
  5. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  6. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  9. Umer Farûqî, Serdar Dana Jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  10. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  11. Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkirinên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  12. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  13. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15ê nîsana 1959an.
  14. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Şajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  15. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  16. M. Ehmed Mihemed Çîço, Bo dîrokê di bîranîna Mihemed Çîço Pêndroyî, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2010z).
  17. Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana çandî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).
  18. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z),