Jînenîgarî

Husên Mela Teha, sala 1925 li gundê Bêdarûn ser bi nahiyeya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1985 wek penaber rû dike Komara Îslamî ya Îranê, di dema çûna xwe bo Îranê li Geliyê Reş koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de yaweriya  General Mistefa Barzanî  kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li civakeke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civaka Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewawerî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanîve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin di barûdoxa hevalên Barzanî de û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana General Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li Başûrê Komara Îraqê vegeriyane Kurdistanê. 

Sala 1964 beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye û di şeran de beşdar bûye, sala 1985 wek penaber rû dike Komara Îslamî ya Îranê, di dema çûna xwe bo Îranê li Geliyê Reş koça dawî kiriye.

Çavkanî:

  1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojî Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  7. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  8. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979m).
  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  10. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).