Kerîm Qadir Xidir Binmêrdeyî nasnavê wî (Kerîmê Gewre), sala 1928, li gundê Binmêrdeyê yê Dola Akoyan a qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1961 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, şeva 10ê meha Eylûla sala 1962an Şehîd bûne.
Şehîd Kerîm Qadir Xidir Binmêrdeyî nasnavê wî (Kerîmê Gewre), sala 1928 li gundê Binmêrdeyê yê Dola Akoyan a qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li hucreya ayînî xwendiye û xwendewarî hebûye. Xêzandar bûye û xwediyê sê kur û keçekê bûye.
Sala 1961 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên destpêka şoreşê bûye. Di şeva 10ê meha Eylûla sala 1962an de di temenê 34 saliyê de li bereya çiyayê 'Kêlkêl' a di navbera gundê Feqiyan û Bêcan de ji aliyê caşekî ve Şehîd hatiye kirin.
1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




