Beasiyan di 17 heta 30ê Tîrmeha 1968an de bi rêya derbeyeke leşkerî desthilata Îraqê girtin dest. Wekî kevneşopiyeke herdemî ji bo xwe-rêkxistin û cîgirkirina pêgeh û kûrkirina rehên desthilata xwe li Îraqê, dest bi gotûbêj û sozên bêbingeh li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin. Lê hîn zêde derbas nebû ku careke din wekî hemû rêjîmên din xwe ji cîbicîkirina daxwazên şoreşê û çareserkirina pirsgirêka Kurd dizîn û êrîşên xwe li ser sengerên Pêşmerge di dawiya sala 1968an de dest pê kirin.
Di Tebaxa 1968an heta Mijdara 1968an de Artêşa Iraqê rêze-êrîşek li ser navçeyên cuda yên Kurdistanê dest pê kirin. Yek ji wan navçeyan (Akrê – Şêxan) bû ku careke din ket ber êrîş û dagirkeriya Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî (caş), ev yek bû sedema tawanan û qurbaniyên zêde wekî komkujiya Şikefta Dekan.
Dekan gundekî balkêş ê nêzîkî Zêyê Xazir bû li binê Çiyayê Xêrê li navçeya Şêxan. Hejmara niştecihên gund nêzîkî 20 heta 30 malbat bû ku bi karên çandiniyê ve mijûl bûn. Herwiha gund bi rez, bax, zeytûn û fêkiyan navdar bû.
Piştî derbasbûna salekê bi ser hikûmeta Beasiyan de, bi taybetî di nîveka meha Tebaxa sala 1969an de, Artêşa Iraqê êrîşeke mezin a leşkerî ya berfireh bi piştgiriya bi sedan çekdarên kirêgirtî (caş) ên Herkî û bi çekên curbicur ên sivik û giran, ji bo tepeserkirina Kurd û têkbirina Şoreşa Îlonê bir ser navçeya (Akrê - Şêxan) li devera Şemkan wekî gundên Blan, Tile, Mêrsîda, Serkaf, Xurt, Dekan, Nêrowek, Basfirên û Bîrê li binê Çiyayê Xêrê bi serperiştiya Wazîrê Navxwe Salih Mehdî Emaş û bi fermandeyiya Ebdulcebar El-Esedî berpirsê firqeya çaran. Ji asîmanan ve jî bi top û firokeyan navçe topbaran dikir û ter û hişk bi hev re dişewitand. Hêza (Akrê – Şêxan) ya Pêşmerge jî bi fermandeyiya Teymûr Ebdal Şêxikî bi wan çekên sivik ên di destê wan de bûn, berevanî dikirin.
Destpêka şer bi topbaran û bordûmana firokeyên şer li Mrêba, Şermnê û Bakurman dest pê kir, paşê êrîşa piyade anî ser navçeyê. Xelkê gundê Dekan jî wekî niştecihên hemû gundên din ji bo xwe-parastin û xwe-veşartinê ji topbaran û firokeyan, penah biribûn ber şikefteke nêzîkî gundê xwe bi navê Şikefta Dekan. Ji bo ku Artêşa Iraqê bixapînin û wan nebînin, çil û darên zêde li ber deriyê şikeftê kom kiribûn. Lê di îşaretek din de hatiye ku li ber şikeftê bi dûrahiya sed metreyan çend keperên bi dar û çilûyan ji aliyê hinek xelkê gund ve hatibûn çêkirin û komek kelûpelên xwe lê danabûn wekî maleke demkî.
Diyar e êrîşa artêş û çekdarên hikûmetê di pêşrewiyê de bû heta di 18ê Tebaxa 1969an de gihîştin nav gundê navborî. Destpêkê dest bi talankirina mal û samanên niştecihên gund kirin, paşê agir berdan mal û xaniyên gund. Piştre dest bi lêgerîn û gerîna li dû xelkê gund kirin heta şikeftê dîtin ku 66 welatî ji jin, zarok, pîr û seqetan xwe tê de veşartibûn, mêr jî ber bi çiya ve çûbûn. Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî bê dudilî şikeftê dan ber destrêja gulle û agir berdan çil û darên ku li ber şikeftê kom kiribûn û wan keperên li wir hatibûn çêkirin. Êdî dengê tifengan, nalîn, hawar û qîrîna jin û zarokan tevlî hev bû heta hemûyan di nav dûman û agir û gulleyên serbazên Îraqî û çekdarên kirêgirtî (caş) de hatin kuştin, xeniqîn û şewitîn. Yekem kesê ku li ber deriyê şikeftê Şehîd bû, pîremêrê temendirêj ê seqet bû ku bi gulle hatibû pêkirin. Hinek ji jinan xwestibûn bi nav agir de baz bidin û xwe bigihînin cûyeke avê ku nêzîkî şikeftê hebû, lê bi awayekî şewitîbûn û helqirçabûn ku fersend nedîtibûn xwe bigihînin avê û Şehîd bûbûn. Tew yek ji wan jî bi zindî derneketin, belkî hemû Şehîd bûn ku di nav wan de 37 zarok û 29 jin û pîremêrek hebûn.
Piştî çend rojan desteyeke Pêşmerge ku deng û behsa vê karesatê bihîstin, ji bo hewarçûnê berê xwe dan şikeftê, lê dîtin ku kar ji kar derbas bûye û hemû Şehîd bûne. Êdî bi alîkariya xelkê derdorê goristanek li nêzîkî şikeftê ji bo wan çêkirin û li heman cihî veşartin. Piştî derbasbûna çend rojan desteyeke Pêşmerge êrîş birin ser kuns û xuro û çelûyên gundên Herkiyan, talan kirin û şewitandin di tola bûyera Şikefta Dekan de.
Çavkanî:
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, bergê sêyem, beşa yekem, Şoreşa Îlonê 1961-1975, çap: yekem 2004.
2- Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li Devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.
3- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li Dîroka Şoreşa Îlonê, çapa yekem, Hewlêr, 2007.
4- Arî Kerîm, Çend Lapereyên Zindî li Şoreşa Îlonê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.
5- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi Dû Dadperweriyê de, bergê yekem, çapa duyem, çapxaneya Esra, Tehran, 2021.





