Piştî guhertina barûdox li Îraqê, têkiliyên di navbera fermandariya Kurd û serokê Komara Iraqê Ebdulkerîm Qasim de xirab bûn û di 11ê Îlona 1961ê de, biryara destpêkirina Şoreşa Eylûlê ya neteweyî li dijî zordariya hikûmetê hat girtin.
Bi destpêkirina şoreşê re, xebata partî û rêxistinî careke din bû veşartî û çalakî di bin perdeyê de berdewam kirin. Hikûmeta Iraqê dest bi derxistin û girtina endamên Partî kir û girtin endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê jî bi berfirehî li xwe girt, nemaze yên ku li zanîngehên Bexda û başûrê Iraqê dixwendin.
Di vê heyamê de, hejmareke mezin ji endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê tevlî şoreşê bûn, ji endamên fermandariya rêxistinê heta yên din û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.
Rêveberiya karê konferansêDi encama girtin û şehîdbûna hin serkirde û endamên wê de, di Adara 1962an de, ji bo ji nû ve rêxistinkirina xwe û nirxandina barûdoxê ku li ser rêxistinê hatibû ferzkirin, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê konferanseke veşartî li Bexdayê li dar xist û çend biryar derxistin. Di nav biryarên konferansê de piştgiriya Şoreşa Eylûlê û girîngîdana bi pirsgirêkên pîşeyî û zanistî yên xwendekarên Kurdistanê hebû, ku Heyder Hemze wekî sekreter têkoşîna xwe di nav refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de domand û sekreteriyeke nû ji aliyê nûnerên konferansê ve bi vî awayî hat hilbijartin:
1- Serûr Kake Heme
2- Memûn Debax
3- Ehmed Şerîf Lek
4- Heyder Hemze
5- Fûad Mela Mehmûd
6- Adil Nasir
7- Teyib Cebar Berwarî
8- Hikmet Xanqînî.
Biryarên herî girîng ên konferansê piştgiriya şoreşa Kurd û rêberê wê û pêşkêşkirina her tiştê ku ji destê wan tê ji bo Hêzên Pêşmerge bû. Rêxistinkirina xwendekarên nû yên ku tevlî refên şoreşê dibin. Girîngîdana bi beşdariya xwendekarên Kurd di rêxistinên pîşeyî û akademîk de.
Çavkanî û jêrenot:1- Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhilat-2012), r. 35.
*- Sebarêt be şwênî berêweçûnî konferans, boçûnî ciyawaz bedî dekrên, le çend serçawyek îmare be we dekrêt ke konferans le nawçeyekî Kurdistan encam diraw e belam îmare be şwêneke nekraw e û sax nekrawetewe. Macid Hesen Elî, Tevgera Xwendekarên Kurd li Iraqê (1926-1970), nameya masterê/Zanîngeha Selahedîn li Hewlêr 2008, weşanên Spîrêz, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim), r. 146.
2- Ehmed Şerîf Lek, Şirovey rûdawên dîrokî çend lapereyek le dîrokî neteweyek, bergî yekem, çapî yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2016), r. 105.
3- Sasan Ewnî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê çend layenên têkoşîn û dîrok, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 1998), r. 23; Macid Hesen Elî, Çavkaniya berê, r. 146.


