Rewş û amadekarî

Di 6ê Cotmeha 1993an de termê nemiran, Serok Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî ji Îranê bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin, di Gulana 1994an de şerê navxweyî di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de dest pê kir çar sal dom kir û bû sedem ku Herêma Kurdistanê di navbera her du aliyan de bibe du parçe û piştre di 17ê Îlona 1998an de, piştî peymana Washingtonê hat bidawîkirin, di vê heyamê de Parlamanto û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê PDKê û hejmareke partiyên din ên siyasî ên Başûrê Kurdistanê ve li Hewlêrê hat avakirin, di heman demê de hejmareke zêde ya penaberan ji Îranê vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Piştî şeş salan ji kongireya yazdehan, komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da ku kongreya duwazdeh di 13ê Adara 1999an de were lidarxistin, ji bo vê yekê di 14ê Nîsana 1999ê de di civîneke din a Komîteya Navendî de, Mekteba Siyasî ya PDK'ê hat spardin ku komîteyeke bilind a amadekariya kongrey ava bike û Mekteba Siyasî di civîna xwe ya Gulana 1999an de Komîteya Bilind a Amadekar a Kongreyê ava kir, Komîte pekhatî bû ji: Felakedîn Kakayî - Serokê Komîteyê, Dr. Mihemed Salih Cuma - Alîkarê Serok, Şêxallah Îbrahîm, Temar Remezan, Necmeddîn Yûsfî û  mamosta Hesen.

Piştî avakirna komîteyê, pêvajoya hilbijartina nûnerên kongreyê ji aliyê Komîteya Bilind a Amadekar a Kongreyê ve hat meşandin û çil û yek roj dewam kir û ji 4'ê Hezîrana 1999'an heta 15'ê Tîrmeha 1999'an li 96 navçe û 226 navendan, 180 hezar hilbijêrên PDK'ê beşdar bûn û nûnerên kongreyê hilbijartin.

  Li darxistina kongrey

Roja çarşemî 06.10.1999, 12mîn Kongireya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li hola Zer a bajarê Hewlêrê, bi duruşmeya (Aştî, Azadî, Dêmokrasî) bi amadebûna hezar û 473 nûneran ku %8ê wan jin bûn, hat lidarxistin.

Di vê kongreyê de, bo cara çaremîn bi hejmara giştî ya nûnerên Kongreyê Mesûd Barzanî wek Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin û li ser pêşniyara Serok, Elî Ebdullah Emîn wekî cîgirê serok hate hilbijartin. Her weha, careke din, navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) - Yekgirtû wek Kongreya Dehem bû Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Çend biryar jî hatin standin ku giringtirîn ji wan guhertinan di nav dezgehên hizbî û leşkerî de bû, komîteya navendî ji 37 endaman bû 31 endamên çalak û 9 endamên yedek û Mekteba Siyasî bi dengdana veşartî ji neh endaman hatin hilbijartin.

Peykerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, li ser bingeha rêziknameya kongireya 12ê, ji Şane, şaneya sereke, komîteya rêxistinî, komîta Nawçeyê, komîta liqê, komîta navendî, Mekteba siyasî, sekreterê mekteba siyasî, cîgirê serok û serok, pêk dihat, her wiha Desteya Navendî ya Pişkinîn û Çavdêriyê ji aliyê Komîteya Navendî ve hatin destinîşankirin û endamekê Mekteba Siyasî, serperiştiya wan di kir.

Endamên Komîteya Navendî:

1. Nêçîrvan Barzanî

2. Mesrûr Barzanî

3. Fazil Mîranî

4. Dr Roj Nûrî Şawês

5. Hişyar Mehmûd Mihemed Faris

6. Samî Ebdulrehman

7. Azad Berwarî

8. Cewher Namiq Salim

9. Zeîm Elî

10. Şewket Şêx Yezdîn

11. Mihemed Mela Qadir

12. Dr Kemal Kerkûkî

13. Dr Cercîs Hesen

14. Kerîm Şengalî

15. Nûrî Elî Mihemed Rehman, bi navê Nûrî Heme Elî tê naskirin

16. Arif Teyfûr

17. Se'd Ebdullah

18. Firanso Herîrî

19. Fereydoon Mohammed Abdulrahman, ango Fereydoon Ciwanroyî.

20. Selah Delo

21. Remzî Şe'ban

22. Omerê Botanî

23. Şîrîn Amêdî

24. Cemal Osman Karesul, bi navê Cemal Murtke

25. Serbaz Nadir Elî, ku bi navê Serbaz Hewramî jî tê naskirin

26. Omer Osman Mêrgasûrî

27. Birûsk Nûrî Şawês

28. Sefîn Mohsîn Hemed Emîn, bi navê Safîn Dizeyî

29. Qadir Qadir

30. Ezzedîn Berwarî

31. Yunis Rojbayanî.

Endamên yedek yên Komîteya Navendî:

1. Ebdulezîz Teyib

2. Mehmûd Mihemed

3. Mesûd Seleyî

4. Ebdulmuheymen Barzanî

5. Cefer Îbrahîm Hecî, bi navê Cefer Êmînîkî

6. Abdullah Agrîn

7. Diyarî Husên

8. Qadir Cebarî

9. Dr Hesen Mihemed Sûre Mihemed.

Di roja dawiyê a lidarxistina kongreyê de, bo cara sêyem di dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) de, Serok Mesûd Barzanî 37 serkirde, fermandar û rêhevalên Barzanî bi medalyaya Barzanî, xelat kirin.

Di civîna yekemîn a Komîteya Navendî de Desteya Mekteba Siyasî bi vî rengî hate hilbijartin:

1. Nêçîrvan Barzanî

2. Mesrûr Barzanî

3. Hişyar Zêbarî

4. Cewher Namiq Salim

5. Fazil Mîranî

6. Samî Ebdulrehman

7. Azad Berwarî

8. Dr Roj Nûrî Şaweyis

9. Zeîm Elî

 

Çavkanî:
  1. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Komîteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Bergê 2, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).
  2. Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte Dîroka PDK û Barzaniyê Nemir, Çapa Sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Aras- 2012).
  3. Iems Extitam Llintêxabat Elmeheliyh Llmotemer (12), Cerîdet Xebat, Lsan Hal Elhiezb Eldêmoqratî Elkurdistanî, Eledet 932, (Erbîl- Elcome- 9ê Temoz 1999m).
  4. Serkeftî be Kongireya 12mîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), hejmar 2939, Hewlêr, Çarşem 06.10.1999.
  5. Birêz Mesûd Barzanî careke din wek Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, Rojnameya Brayatî, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 2947, Hewlêr, pêncşem, 14.10.1999.
  6. Îadet Intexab Mesûd Barzanî Reîsan Lil-hizb We El-ex Elî Ebdûlah Nayben Lil-reîs, Cerîdet Xebat, Lisan Hal El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî, El-edet 946, Erbîl, Elcumoeh, 15ê Tşrîn Elewel 1999m.
  7. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
  8. Bername û rêziknameya navxwe ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di kongreya 12mîn a partiyê de ku di rojên 6-14/10/1999 de اat bû li darxistin biryar li ser hat dayîn, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat).
  9. Intexab Lcneh Merkeziyeh Moelifen  Min 31 Eizven We 9 Eizven Ihtiyat,  Cerîdet Xebat, Lsan Hal Elhiezb Eldêmoqratî Elkurdistanî, Eledet 946, Erbîl, Elcum'e, 15ê Tişrîn El-ewel 1999m
  10. Di kongreya 12. a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de komîteyeke nû ya navendî hat hilbijartin, Rojnameya Brayatî, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 2948, Hewlêr, Yekşem, 17.10.1999.
  11. Di kongireya 12 ya PDKê de, rojnameya Êwara Gulan, Dezgeha Gulan a Kultûrî û Ragihandinê, hejmar 487, Hewlêr, Şemî 16.10.1999.
  12. .Tewziee Ewsimet El-Barzanî, Cerîdet Xebat, Lîsan Hal El-hizb El-dîmoqratî El-Kurdistanî, El-edet 946, Erbîl, Elcum'e, 15ê Tişrîn El-ewel 1999m.