Dema hikûmeta Iraqê şer li dijî Şoreşa Eylûlê a sal 1974 ragihand, êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk anî. Her çend Artêşa Iraqê giraniya xwe ya mezin ji bo êrîşên xwe li ser devera Balkayetî danî ji ber hebûna baregeha serkirdayetiya şoreşê li deverê, lê ti devereke di bin kontrola şoreşê de paşguh nekir, belkû êrîşên wê hemû deverên şoreşê li xwe girtin. Hêzên Pêşmerge bi berdewamî karwanên serbazî yên Artêşa Iraqê li ser rêya Aloka topbaran dikirin. Li rojavayê bajarê Duhokê nemaze mefrezeyeke Pêşmerge hebû ku hawaneke 120 mîlîmetrî di şikefta Simtê de hebû, erkê wê topbarankirina karwanên otomobîlên Artêşa Iraqê bû, di rewşa hebûna her tevgerekê de li deverê.
Di yek ji rojan de û di destpêka meha Cotmeha 1974an de nêzîkî deh otomobîlên serbazî û zirîpoş hevrêtiya yek ji endamên serkirdayetiya Partiya Be'is dikirin bi navê Ebdulfetah Yasîn ku ber bi kampa lîwaya 18 a ser bi firqeya yekem a artêşê ve diçûn, Pêşmerge bi rêya hawanê ku di destê wan de bû ew kirin armanc. Wan yek ji zirîpoşan kir armanc ku hemû leşkerên tê de hatin kuştin. Piştî vegera vî berpirsiyarî bo Mûsilê, roja din hemû leşker û sîxurên (cih) ku li cem wan bûn kom kirin û dest bi êrîşê li ser hêzên Pêşmerge kirin, bi armanca destgirtina li ser Çiyayê Reş û şikeftên Tehsê û Simtê.
Yekîneyên Artêşa Iraqê di êrîşa li ser deverên di bin kontrola şoreşê de Lîwaya 18, Lîwaya pêncem, Firqeya duyem, topavêj û sîxurên eşîrên Koçer, Doskî, Sûrcî, Zêbarî û Herkî dihewand û yanzdeh rojan berdewam kir.
Bi armanca pêşkêşkirina piştevanî ji bo eniyên şer, fujên Elî Elî û Mîranî wek hêza piştevanî gihîştin devera şer. Artêşa Iraqê di destpêkê de êrîşî Çiyayê Reş kir ku fujê yekem ê ser bi hêzên Duhokê bi fermandeyiya Numan Samed parastina wê dikir. Artêşa Iraqê êrîşa xwe bi topbarana dijwar li ser cihên Pêşmerge û çiya dest pê kir, paşê piyade û sîxuran êrîşî Çiyayê Reş kirin. Ji ber topbarana dijwar 5 Pêşmerge şehîd bûn û nêzîkî 40 kes di roja yekem a êrîşê de birîndar bûn û artêşê dest bi ser Çiyayê Reş de girt.
Paşê hêzên Duhokê ji Kevirê Biskê, şikeftên Tehsê û Simtê li hember Çiyayê Reş çar doçka û hawaneke 120 mîlîmetrî û hawaneke 82 mîlîmetrî ji bo topbarankirina artêşê li Çiyayê Reş bikar anîn. Ji bo rêgirtina li Artêşa Iraqê ji cîgirkirina cihên xwe û ewlekirina xalên xwe yên serbazî, fermandeyê hêzê Ebdulrezaq Kermoyî ew bû ku çavdêriya topbaranê dikir. Piştî hefteyekê plana êrîşa berevajî danîn û hêzeke 40 Pêşmerge bi fermandeyiya Qadir Aalkînî pêk anîn, piraniya wan ji beşa endazyariyê ya hêzên Duhokê bûn û li gor planeke serbazî ya hişk bi şev li binê Çiyayê Reş tevgeriyan û di daristana tîr de xwe veşartin û hemû alav û pêdiviyên xwe yên serbazî bi xwe re birin.
Plana êrîşa Pêşmerge wiha bû: Roja din, topbaran di dema rojavabûnê de tê rawestandin û Pêşmerge bi awayekî nişka ve êrîşî baregehên serbazî dikin. Kampanya wek ku hatibû plankirin berdewam kir û fermanên tevgera fujê yekem hatin derxistin di rewşa tevgera Pêşmergeyên çil kesî de ji cihên xwe, û amade bin ji bo destpêkirina êrîşê li ser çiya, ku êrîş ji du xalan dest pê kir: Şer nêzîkî saetekê berdewam kir û hêzên Pêşmerge di vê saetê de karîn dest bi ser tevahiya çiya de bigirin û ziyanên giran gihandin leşkerên Artêşa Iraqê û çekdarên sîxur ku gihîşt 21 kuştiyan û hejmareke mezin birîndar bûn, herwiha yên din reviyan, ligel şeş dîlên leşkeran ku paşê bo baregeha serkirdayetiyê li Balkayetî hatin şandin.
Hêzên Pêşmerge di vê melbendê de 14 çekên kalaşnîkov û yek RPG û hejmareke mezin ji cebilxane û nêzîkî deh hezar mayînên bi mezinahî û cureyên cuda ku artêşê nekarîbû li deverê biçîne, bi dest xistin.
Herwiha Pêşmerge hejmareke mezin ji bombeyên hawanê yên 60 mîlîmetrî, 82 mîlîmetrî û 120 mîlîmetrî û kincên serbazî bi dest xistin. Qurbaniyên Pêşmerge di melbenda destgirtina li ser Çiyayê Reş de 6 şehîd û 20 birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye ku piştî vê êrîşê Artêşa Iraqê ti êrîşên din li ser hêzên Pêşmerge li parêzgeha Duhokê heta karesata şoreşê ya sal 1975 nekir.
Çavkanî:-
Mesûd Barzanî: Barzanî û بزوتنەوەى ڕزگاریخوازی کورد (Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd), Bergê sêyem, Beşê duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, Çapa yekem – Hewlêr, 2004.
-
Senger Îbrahîm Xoşnaw: Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, Çapa yekem, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2022.
-
Hojîn Mesûd Sernî: Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1961-1975, Çapa yekem, 2018.
-
Îbrahîm Celal: Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê avakirin û hilweşandin 1961-1975, Çapa çarem, 2021.


