Şehîd Mexdîd Hemed Elî Feqî, sala 1955’an li gundê Girtgiyê yê ser bi bajaroka Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bû û bi cotkariyê re mijûl bû.
Sala 1971 peywendî bi Şoreşa Eylûlê re dike û di batalyona 4’an a hêza Balekê de, ku wê demê Îzzet Silêman Beg Dergeleî berpirsiyar bû, dibe pêşmerge û beşdarî şerên Korek û Hindirîn dibe. Sala 1974 li çiyayê Hindirînê di dema wezîfeya pêşmergeyiyê de ji ber teqîna mînan şehîd dibe.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




