Jînenîgarî

Mihemedemîn Mîrxan Silêman Mêrgesorî, sala 1917an li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bû û xwediyê du kur û keçekê bû, zimanê Kurdî û Rûsî dizanî. Sala 1945an piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiribû û bûye Pêşmerge, beşdarî şerê navdar ê Meydan Morikê bûye û yek bûye ji cangoriyên hêza Barzan li Komara Kurdistanê li Mehabadê, beşdarî şerên dijî êrîşên artêşa Îranê bo ser komarê bûye.

22ê gulana 1947an yaveriya Jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatin veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destpêbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma Mihemedemîn Mîrxan di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mihemedemîn Mîrxan di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiribû û bûye Pêşmerge, di 18ê adara 1962an de di şerê gundê Mirêba ser bi qezaya Şêxan a parêzgeha Mûsilê Şehîd bûne.

Çavkanî:

1- Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkirinên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Li bîranîna fermandeyê Şehîd Hesoyê Mîrxan Cajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).

9- Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd Lîl-Neşr- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).

11- Necef Qulî Pisyan, Li Mehabada xwînî ve heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.