Şehîd Mistefa Hesen Hemendok Pîranî, sala 1969an li nahyeya Pîran a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1978an ji aliyê hikûmeta Beis ve tên veguhastin bo komelgeha zorêmlê ya Herîrê û qonaxa xwendina bingehîn li nahyeya Herîrê xwendiye û sala 1982an awareyê Îranê bûye û li gundê Rajanê yê Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûye. Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê û li zêdê xwe nîştecih bûye.

Sala 1982an peywendî bi rêzên Xwendekarên Kurdistanê kiriye. Sala 1987an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û li sînorê Lîjneya Navçeyê ya Mêrgesorê bûye Pêşmerge, beşdarî şerên Kêlî, Selîm Xan, Babkê, Deşta Hêrt û destana Xwakurkê kiriye.

Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê ya dijî Artêşa Iraqê kiriye û beşdarî rizgarikirina Kerkûkê û devera Silêmaniyê kiriye. Sala 1994an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kiriye û li Artêşa Barzan bûye Pêşmerge.

Di şeva 20 li ser 21ê Tebaxa 1996an di şerê navxweyî de bi topbarana topxaneya Îranê li çiyayê Mamerûtê şehîd bûye.

Çavkanî:

 1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.