Muhammed Heme Kerîm Heme Sadiq ku bi navê Heme Sofî Kerîm tê naskirin, di Sala 1955 de li gundê Kanî Sêvê li binê çiyayê Sûrênê yê ser bi nahiyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundî bû û bi çandiniyê re mijûl dibû, qonaxa seretayî qedand, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê çû Îranê û li bajarê Merîwanê bi cih bû. Zewicî bû bi Eyna Heme Seîd re û bavê çar kur û sê keçan bû (Kazim, Mesûd, Yadgar, Esed, Rehme, Rêzan, Fatma).

Di Sala 1986 de tevlî refên Pêşmerge bû di hêzên Sûrênê yên ser bi Komîsyona navçeya Derbendîxanê ya liqê çarem ê Partî Demokrata Kurdistanê, Heme Sofî Kerîm di Sala 1987 de bi perçeyên bombeyên balafirên rejîma Beis li cihên berevaniyê yên li çiyayê Sûrênê bi giranî birîndar bû.

Ji destpêka raperînê ve li devera Şarezûrê beşdarî raperîna gelê Kurdistanê bû, di 7ê Adara 1991ê de piştî ku di operasyona kontrolkirina kampa Qayincê ya nêzîkî Seyîd Sadiq de bi guleyên leşkeran birîndar bû, Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partî Demokrata Kurdistanê.