Jînenîgarî

Muhemmed Îsa Mêrgesorî, sala 1924 li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.

Xebatname

Sala 1943 û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan, peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945 û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), hevsengê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê Komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946, hevsengê leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandeyiya ceneral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardax a sêgoşeya sînorê Îran- Îraq- Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşker de li navçeya hoza Mizoûrî bi cih bûye.

Di rêkefta 6ê gulana sala 1947 û piştî biryara dîrokî ya ceneral Mistefa Barzanî di civîna Ergûşê de, bi dest ve nedan (xwe radest nekirin) bi hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevsengê leşkerê şoreşgerê Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdatiya ceneral Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îran û piştî serketina wan di şerê binavûdengê Deşta Şût û derbaskirina wan di pira Qizildax a Makoyê, serencam di rêkefta 18ê hezîranê hevsengê cangoriyên Barzaniyan di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.

Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve ligel tevahiya cangoriyên Barzaniyan wek dîlê şer hatine veguhastin bo bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê. Piştî ku Moskowê biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina ceneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, ligel tevahiya cangoriyên Barzaniyan hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li nêzîkî Bakûya paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên Azerbaycaniyan ve hatine xistin ber meşqa çir a serbazî û li wir jî dersên fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî ji aliyê efserên Kurd ve ji wan re hatine gotin.

Piştî têkçûna peywendiyên di navbera ceneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyazxirabî û dudiliya Baqirov beramber Barzaniyan, ligel tevahiya cangoriyên Barzaniyan di rêkefta 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê hatine veguhastin bo komelgeha Çirçûk a Komara Ozbekistanê û li wir jî ji bo cara duyem bi şêweyeke demkî hatine xistin ber meşqa serbazî.

Di meha adara sala 1949 piştî pilangeriyên Baqirov û Bêriyayê alîkarê Stalîn, cangoriyên Barzaniyan ji hev hatin cudakirin û bi şemendefêr kom kom bi ser gund û kîlgehên Kelxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê de hatin belavkirin û ji bo peydakirina bîjîwê jiyana xwe hevsengê dîlên Almanî hatin xistin ber suxre û karê zehmet ê rojane.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê ceneral Mistefa Barzanî ve bo Koşka Kremlîn û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, serencam nameyeke Barzanî gihîşt destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar li ser çêkirina lijneyekê hat dayîn bo lêkolînkirina barûdoxa Barzaniyan û serencam bo careke din û sala 1951 tevahiya Barzaniyan ji hev hatin komkirin û li bajarê Vrêvskî li ser deryaya Reş li başûrê Rûsyaya îro hatin niştecîkirin.

Piştî 11 sal man li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958 rêjîma paşayetî li Îraqê rûxa û sîstema birêvebirina welat bo Komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin û desthilata Îraqê girtin destê xwe, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegera Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê hat vekirin û di rêkefta 16ê nîsana 1959 ligel tevahiya cangoriyên Barzaniyan bi siwarê keştiya Grûziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyane Başûrê Kurdistanê.

Sala 1961 û piştî têkçûna peywendiyên di navbera Barzanî û Ebdulkerîm Qasim û lêbûna hikûmetê ji wan sozên ku dabûn Kurdan, şoreşa neteweya Kurd hilgirsiyaye û Muhemmed Îsa Mêrgesorî peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge ve kiriye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) awareyê Îranê dibe. Piştî destpêkirina şoreşê di Gulanê 1976 careke din peywendî bi rêzên şoreşê ve kiriye. Sala 1993 ji awareyiyê vegeriyaye Kurdistanê. Di beramber hewl û mandûbûnên wî bo serxistina bizûtneweya rizgarîxwaza Kurdistanê, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî ya nemir jê re hatiye bexşîn. Di 2yê meha tîrmeha 2001 koça dawî kiriye.

Çavkanî:

1-Govara Dengê Pêşmerge, hejmar 47, tîrmeha 2001, peyvek bo çil mûmên dagirsayî bi bîra malavayiya Muhemmed Îsa Mêrgesorî pêşkêş e, r72.

2- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

3-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z), r 33.