Şehîd Necat Celîl Mehmûd, di sala 1970'an de li gundê Bapştiyanê yê girêdayî qezaya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bû û bi karê cotkariyê mijûl bû.
Di sala 1991'an de bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re têkilî danî; di sala 1996'an de li artêşa Sîdekanê bû Pêşmerge. Beşdarî şerên parastina serweriya qanûnê li herêma Balekayetî û Sîdekanê bû. Di roja 27'ê Mijdara sala 1997'an de li gundê Qelêtanê yê girêdayî herêma Sîdekanê, di şerê parastina serweriya qanûnê de ji aliyê çekê ve şehîd bû.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




