Nejad Ehmed Ezîz Axa, di sala 1924an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, ji malbata Merxozî ya Hemedanî ye ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku ji nêzîkî bajarê Hemedanê koçî bajarê Silêmaniyê kirine. Sala 1948an bi mebesta xwendinê li Zanîngeha Amerîkî berê xwe daye Libnanê, sala 1949an berê xwe daye bajarê Parîsê û piştre sala 1950î bi mebesta xwendinê berê xwe daye bajarê Pragê, sala 1952an ji dibistana partiyê ya li welatê Çekoslovakyayê (berê) derçûye, sala 1952an vegeriyaye bajarê Silêmaniyê, sala 1960î bawernameya bakaloryosê ya çandiniyê ji Zanîngeha Lahorê li Pakistanê wergirtiye, sala 1962an mastera xwe ya çandiniyê ji Zanîngeha Delhî ya welatê Hindistanê wergirtiye, sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Rûsî, Çekî û Îngilîzî bûye.
XebatnameSala 1945an tevlî refên Partiya Rizgariya Kurd bûye, sala 1946an tevlî refên Partiya Komunîst a Îraqê bûye, sala 1947an berpirsê lijneya navçeya Kerkûkê ya Partiya Komunîst a Îraqê bûye, sala 1948an di Partiya Teherurî ya Îraqê de çalakî nîşan daye. Sala 1952an berpirsê lijneya Silêmaniyê ya Yekîtiya Gencên Dêmokrat ên Îraqê bûye, sala 1952an endamê lijneya Aştîxwazên bajarê Silêmaniyê bûye, sala 1953an beşdarî di nivîsandina peyama aştîxwazên Kurd ji bo Kongreya Viyanayê de kiriye, sala 1955an endamê serkirdatiya koma Marksî ya Silêmaniyê bûye.
Sala 1956an ligel koma xwe ji endamên Partiya Komunîst a Îraqê tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1956an bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê (yekgirtina duyem), sala 1957an bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê (yekgirtina sêyem), di havîna sala 1959an de serperiştiya civîna berfireh a Yekîtiya Afretên Kurdistanê li mala dadwer Zekiye Îsmaîl Heqî kiriye bi mebesta amadekarî ji bo wergirtina mûleta fermî ji Wezareta Navxwe ya Îraqê.
Di dîroka 28ê hezîrana 1959an de bi nûneratiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû di bereya Yekîtiya Nîştimanî de brûskeyeke piştgiriyê arasteyî Zeîm Rukn Ebdulkerîm Qasim (1914-1963) serokwezîrê Îraqê kiriye, di dîroka 30ê hezîrana 1959an de beşdarî konferansa duyem a Bexdayê nekiriye û ji aliyê nûnerên konferansê ve ji endametiya partiyê hatiye dûrxistin, di sala 1959an de di kongreya çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraqê de bi sedema çeprewiyê ji refên partiyê hatiye derxistin.
Di dîroka 4ê hezîrana 1992an de di xûla yekem de bûye endamê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê li ser lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di dîroka 6ê tîrmeha 1992an de hatiye kirin cîgirê serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê. Di dîroka 4ê îlona 1996an de li bajarokê Şeqlawe amadeyî rûniştina neasayî (îstîsna) ya Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê bûye ji bo dirêjkirina dema vê encûmenê, di dawiya sala 1996an de ji ber nexweşiyê bi mebesta çareserkirinê çûye Brîtanyayê, di dîroka 1ê çiriya paşîn a 1997an de bi sedema nexweşiya dil li bajarê Londonê koça dawî kiriye, di dîroka 4ê çiriya paşîn a 1997an de pirsa wî li mizgefta Reşad Muftî ya bajarê Hewlêrê bi amadebûna nûnerê serok Mesûd Barzanî hatiye danîn.
1- Kenêr Ebdulla, Beşdariya siyasî ya jinan li Başûrê Kurdistanê, (Silêmanî - 2016z).
2- Aram Kerîm, Ez Mam Celal nas dikim, beşa yekem, (bê cih - 2000z).
3- Chris Kutschera, Jumbiş-i Millî-yi Kurd, wergera Îbrahîm Yûnisî, çapa duyem, (Tehran - Mûseseya Entîşarat-i Nigah - 1377h.ş).
4- Mehdî Mihemed Qadir, Pêşhatên siyasî yên Kurdistanê Îraqê 1945-1958, (Silêmanî - Sentera Lêkolîna Stratejî ya Kurdistanê - 2005z).
5- Şewket Xeznedar, Sefer û Mehata el-Hizb el-Şuyûî el-Îraqî... Rûye min el-daxil, (Beyrût - Dar el-Kunûz el-Edebî - 2005m)..
6- Cemal Baban, Silêmanî bajarê geşawem, berga sêyem, çapa duyem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Aras - 2012z).
7- Silêman Mistefa Hesen, Kurd û ezmûna yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Karo - 2017z).
8- Cemal Baban, E'lam el-Kurd, el-Cuz' el-sanî, (Erbîl - Dar Aras lil-Tibae wel-Neşr - 2012m).
9- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx el-Hizb el-Dîmuqratî el-Kurdîstanî - el-Îraq (fî mehata reîsiye) 1946-1993, (Duhok - Metbe'et Xebat - 1998m).
10- Ehmed Şerîf Lek, Şiroveya rûdawên dîrokî, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2019z).
11- Derexşan Şêx Celal Hefîdzad, Kurteyek ji bizûtneweya rizgarîxwazî ya afretên Kurdistanê û hinek ji bîranînên min, (Silêmanî - Çapxaneya Şivan - 2010z).
12- el-Şurta el-Amme, Şûbet Mudîriyet el-Tehqîqat el-Cinaî, Mewsû'et sirriye xasse bil-hizb el-şuyûî el-îraqî el-sirrî, el-cuz' el-xamîs, (Bexda - Metbe'et el-Hukûme - 1949m).
13- Tariq Cambaz û Nî'met Ebdulla Pîrdawûd, Parlamenterên xûla yekem a Parlamentoya Kurdistanê - Îraq 1992-2005, (Hewlêr - Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê - Çapxaneya Şehab - 2008z).
14- Fûad Sidîq, Gerdelûla siyasetê, (Hewlêr - Wezareta Rewşenbîrî - Birêveberiya Giştî ya Çap û Belavkirinê - Çapxaneya Rewşenbîrî - 2006z).
15- Mehdî Mihemed Qadir, Rola Kurd di bizûtneweya aştîxwazî li Îraqê 1951-1963, (Hewlêr - Xaneya Mukriyan bo Çap û Belavkirinê - Çapxaneya Mukriyanî - 2015z).
16- Nayib Ebdulla, Bîranîna 21 salî têkoşîn, çapa duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Newroz - 1997z).




