Nejmedîn Ebdullah Hemed, di 1ê tîrmeha 1935an de li gundê Goronî yê qezaya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, ji ber ku gundê wan dibistan lê nebûye neçûye ber xwendinê, piştî nesko ya Şoreşa Îlonê ji aliyê karbidestên hikûmeta Îraqê ve bo bajarê Dîwaniyê tê dûrxistin, piştî du salan mayîna li wî bajarî, sala 1976an vedigere Kurdistanê û piştre jî ligel malbata xwe bo welatê Îranê koç dikin û li wî welatî niştecî dibin, sala 1991ê vedigere Kurdistanê û li bajarokê Pîrmamê niştecî dibe. Bi sedema dijwariya birîna xwe di 3yê sermaweza 1994an de li yek ji nexweşxaneyên bajarê Neqedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1961ê peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê kiriye, sala (1964-1974) serleq û berpirsiyarê parêzvanên baregeha Barzanî bûye, di şerên çiyayê Zozikê de beşdarî kiriye, sala 1974an wek fermandey beşdarî şerê Gerûyê Umeraxa li navçeya Diyana dike û bi dijwarî birîndar dibe û birayekî wî jî bi navê Wesman Ebdullah Şehîd dibe.
Sala 1976an di destpêka hilgirsa Şoreşa Gulanê de peywendî bi hêza Pêşmerge dikeve, li devera Balekayetî wek mefrezeya seretayî rol dilîze, çendîn erk û berpirsiyarî di Şoreşa Gulanê de werdigire, ji wan sala (1979-1984) berpirsiyarê lijneya navçeya Balek, sala (1984-1988) berpirsiyarê lijneya navçeya Rewandiz û hêza Balek, sala 1988an kargêrê lqa 2 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşa eskerî û di heman demê de berpirsiyarê hêza Pêşmergeyê Bereya Kurdistanî bû li devera Balekayetî.
Di qonaxa Şoreşa Gulanê de wek berpirsiyarê lijneya navçeya Balek û Rewandiz û fermandeyê hêza Balek serpereştiya encamdana çendîn şer û çalakiyên partîzanî kiriye, sala 1981ê şerê Kospê Spî li xwarê gundê Pîrswanê yê Dola Minjelayetî, sala 1982an şerê Qubeya Gelale li nahyeya Gelaleya ser bi qezaya Çoman, sala 1982an kuştina efserekî Artêşa Iraqê ku naskirî bû bi (Zabite Şête) ew efserê zextekî zêde li ser derûniya xelkê navçeyê çêkiribû, bû sedema gef û metirsiya zêde bo xelkê deverê. Sala 1984an lêdana fermangeha çandiniyê ya nahyeya Gelale, sala 1985an lêdana hewalgiriya hikûmetê li nav bajarê Çoman, heman sal lêdana seytereya Nawpirdan.
Sala 1991ê wek fermandeyekî beşdarî di raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê de kiriye, heman sal di dema dubare êrîşkirina Artêşa Iraqê bo girtina temamiya Kurdistanê, Nejmedîn Goronî Yek ji wan fermandeyan bû ku di şerê Korê de bergirî kir. Çend erk û berpirsiyarî wergirtine, ji wan sala 1992an endamê lqa 2 û berpirsiyarê beşa eskerî, sala 1993an fermandeyê leşkerê 5ê Balek, sala 1994an di pêkanîna lqa 10an de hat kirin kargêrê lq û berpirsiyarê beşa eskerî, di îlona 1994an de hat kirin endamê mekteba eskerî li Pîrmam. Sala 1994an di şerê Rewandiz de bi dijwarî birîndar dibe, heman sal li Qubeya bajarokê Gelale dikevin kemînê, bi wê sedemê bi dijwarî birîndar dibe û bi sedema dijwarî û bandora wê birînê Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





