Nesredîn Ebdullah Heme Husên naskirî bi (Nesredîn Hewramî), sala 1940 li bajarokê Tewêlê ser bi qezaya Helebceyê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, pola şeşê seretayî li Tewêlê temam kiriye, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê  awareyê welatê Îranê bûye, li Newsûd niştecî bûye, paşê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Tewêlê niştecî bûye, lê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve ji bo bajarê Rumadî dûr xistine, piştî sê mehan dubare vegeriyaye bajarê Tewêlê. Di 17ê kanûna pêşîn a 2020an de koça dawî kiriye. 

Sala 1959 peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1962 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlêê kiriye li Axceler, sala 1963 veguhastine ji bo batalyona 7 a hêza Xebat li Biyare ku Cemal Namîq fermandeyê wê bûye, di heman salê de di dema êrîşkirina artêşa dijmin bo ser bajarê Helebceyê, navbirî yek bûye ji wan Pêşmergeyên ku beşdarî di wî şerî de kiriye, sala 1963 digel hejmarek Pêşmerge bi mefrezeyê çûne Helebceyê û şevan çalakiyên serbazî li wî bajarî de encam dane. Wek Pêşmergeyê hêza Xebat û batalyona 7 li dijî hikûmeta Îraqê li Şarbajêr, Bemoyê, Tawgozî, Şemîran, Newrolî, Şarezor, Hewraman, Seyîd Sadiq, Sûrên, Pêncwên, Çwarta, Ezmer û Mawet ku sînorê çalakiyên hêza Xebat bûye, şer kiriye. Nesredîn Hewramî di jiyana Pêşmergatiyê ya serdema Şoreşa Eylûlê de, her yek ji pileya serdesteyî, cîgirê serpel, serpel û berpirsiyarê lîqa Hewramanê wergirtiye.

Piştî rêkeftina 11ê adara sala 1970an bi pileya Reîs Eurefa hatiye kirin bi fermandeyê batalyona sînorê Pêncwên û paşê veguhastine ji bo Newrolî, Şemşêr Kul û Seraw, sala 1974 hatiye kirin bi serleqê Bemoyê li hêza Xebat, digel hejmarek ji hevalên xwe dest bi karê rêkxistinê kirine, di wê demê de ji aliyê rejîma Îraqê ve du caran hatiye girtin, lê bi sedema xizmê xwe ku wê demê qaymeqamê Erebet bûye hatiye azadkirin.

 Sala 1977 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û çûye nav rêzên Pêşmerge li gundê Geçîne li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, paşê digel deh Pêşmergeyên din vegeriyaye ji bo çiya û hatiye kirin bi fermandeyê hêzên Hewramanê û bi şêweyê mefrezeya gerok û destweşên li devera Tewêlê, Biyare, Sosekan, Dergayê Şêxan û Xurmal çalakiyên xwe li dijî Artêşa Iraqê encam dane.

 Sala 1987 navbirî çûye lîqa çaran a Partiyê li Qeredaxê, sala 1988 piştî kîmyabarankirina Helebceyê, vegeriyaye ji bo Kerecal û Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê, di raperîna Başûrê Kurdistanê de sala 1991an, wê demê berpirsiyarê navçeya Derbendîxanê bûye û di raperîna wî bajarî de beşdarî kiriye, sala 1992 hatiye kirin bi kargêrê lîqa çaran a Partiyê, di dema şerê navxweyî yê Kurdistanê veguhastine ji bo Hewlêrê, sala 2000 hatiye kirin bi kargêrê lîqa dozde ya Partiyê li Helebceyê, sala 2002 hatiye kirin bi endamê dezgeha bilind a Eylûlê li Şeqlaweyê, sala 2013 malinşîn hatiye kirin. 

Nesredîn Hewramî di jiyana Pêşmergatiyê de, beşdarî çendîn şeran kiriye, di nav wan de sala 1966 şerê Zemnakoyê, sala 1968 di şerê derekî yê Zemnakoyê, sala 1980 şerê Hewramanê, çend caran birîndar bûye, dayik û bavê wî tûşî kîmyabarankirina Helebceyê bûne. 

Di 16ê tebaxa 1996an de di Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema xizmetên xwe, ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî: 

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.