Sala 1926ê li gundê Şingilê yê ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bakaloryosê di beşa mekanîkê ya Zanîngeha Şo li Moskowê wergirtiye, sala 1959ê wek fermanber li kargeha ristin û çinînê li Mûsilê hatiye damezrandin, sala 1970yê careke din wek fermanber li kargeha mafûrê li Hewlêrê hatiye damezrandin, zimanên Kurdî, farisî û rûsî zanibûye.
XebatnameSala 1943ê peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, beşdarî şerê Nehlê bûye, di 19ê tebaxa 1945ê de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945ê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikê bûye.
Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945ê de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946ê de di Hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di 29ê nîsana heman salê de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye.
Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 3ê adara 1947ê de beşdarî şerê Nelosê û di 19ê adarê de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, beşdarî şerên Ereb û Kwêkan, Girê Qelatê, Sofiyan, Bab Xellaqê nêzîk Sofiyan û Gelaznê bûye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947ê de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947ê de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947ê de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûne.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947ê de bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakuyê paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949ê de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959ê de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959ê de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958ê de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959ê de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di şerên çiyayê Pîrs, Bicîl, Blê, Barzan, Şêle Beraz û Melayê de beşdarî kiriye, di 14 li ser 15ê hezîrana 1963ê de beşdarî şerê serê Akrê bûye û lingê wî yê çepê birîndar bûye.
Sala 1974ê vedigere nav rêzên Pêşmerge li Hacî Omeran û li ser çekê doşkeyê kar kiriye, sala 1975ê piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê, çûye komelgeha Zêwê û li wir ve hatiye veguhastin bo bajarê Meşhedê û kar kiriye. Sala 1976ê beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û Serleq bûye, sala 1980yê vegeriyaye bo komelgeha Zêwê li kargeha çek û teqemeniyan a Partî xizmet kiriye, di meha tîrmeha 1981ê de li gundê Helej pasewanê mezargeha Barzanî yê nemir bûye, sala 1991ê beşdarî raperînê bûye, paşê hatiye veguhastin bo beşa civakî ya navçeya Barzan, sala 1993ê xanenişîn hatiye kirin. Di 16ê kanûna pêşîn a 2010ê de li kongreya sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêrêwa ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperînê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Serçave:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Beserkirina qehremanên Arasê... Reşîd Hemo, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Giştî ya Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 126, Hewlêr, Çapxaneya Mukriyanî, îlona 2008ê.
- Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samerrayî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
- Sefer Yûsif Mîrxan Jajokî, Dîrok şahidiya wê dide ku Pêşmergên (Barzaniyê nemir) roleke sereke di Komara Kurdistanê de hebû, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3134, Hewlêr, 1 nîsana 2009z.
- Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14 tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1961 - 1975, bergê sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).





