Şehîd Salih Mihemed Ebdulkerîm Mihemed, sala 1960î li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye, heta pola şeşê ya seretayî xwendiye.
Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê, peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li lîjneya navçeya Silêmaniyê ser bi lqa çaran ve kiriye, li gel hevalên xwe çendîn çalakî li nav bajêr encam dane. Di sala 1981ê de di dema encamdana çalakiyekê li nav bajarê Silêmaniyê, li gel du hevalên din, rûbirûyê mêrên rejîmê bûne û şerê dest û yexeyan çêbûye, paşê hatiye girtin û xwe wek efserê pilebilind nasandiye. Paşê bi girtî şandine Besrayê ji bo wê yekeya serbazî ya ku tê de efser e, li wir êrîşî wî kesî dike ku ew biriye, wî dikuje û demançeya wî jê distîne. Piştî çend rojan vegeriyaye bajarê Silêmaniyê û rû kiriye çiya û bûye Pêşmerge li lîjneya navçeya Çwartayê li sînorê lqa çaran, di çendîn çalakiyên nav bajarê Silêmaniyê û bajarokê Çwartayê û rêya navbera Erebet û Silêmaniyê de beşdar bûye. Di sala 1983an de hatiye şandin bo nav bajarê Silêmaniyê ji bo dubare rêkxistina mefrezeyeke çalak ji bo lêdana mêrên rejîma Beis, mefrezeyeke çalak ji çendîn hevalên Partiyê çêkiriye ku çendîn çalakiyên wêrek û serkeftî encam dane. Di heman salê de li gel çend hevalên xwe û di dema encamdana çalakiyekê ji bo belavkirina poster û nivîsandina li ser dîwaran li nav bajarê Silêmaniyê, ketine nav bosiya mefrezeyeke Beis û hatine girtin, lê paşê bi hewla Partiyê û serkirde Îdrîs Barzanî, bi rêya fermandeyê mefrezeyeke hewalgiriya Beis neçar dibin ku bên azadkirin.
Di roja 9ê nîsana 1984an de, di dema vegera xwe ji encamdana çalakiyeke serbazî li nav bajarê Kerkûkê, bi sedema eşkerekirina wî ji aliyê kesekî napaq, li bazgeha navbera Kerkûk û Silêmaniyê ji aliyê rejîma Beis ve hatiye girtin, piştî yanzdeh mehan di girtîgehê de, di 17ê sibata sala 1985an de, li girtîgeha Ebûẍrêb ji aliyê rejîma Beis ve hatiye sêdarekirin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




