Sidiq Bexşî Ehmed sala 1924 li gundê Hesn Bekra yê ser bi nahiya Dêrelokê li qezaya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bakaloryosê di beşa çandiniyê ya Zanîngeha Taşkentê de wergirtiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê li gel Sundus Sîna Bîlav pêk aniye û kurekî wan hebûye bi navê Yûsif Sidiq. Sidiq Bexşî piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê sala 1959 wek fermanber li Fermangeha Çandiniyê ya Mûsilê hatiye damezrandin, piştî raperîna xelkê Kurdistanê, sala 1993 xanenişîn hatiye kirin, di 12ê tebaxa 1998 li Dihokê koça dawî kiriye.
XebatnameSidiq Bexşî sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanedêr û di 15ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Bîrekeprayê bûye. Di 19ê tebaxa 1945 bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 5ê îlonê ya heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikê bûye. Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945 de rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946 li hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye pêşmerge, piştî neskoya Komara Demokratîk a Kurdistanê di 19ê adara 1947 beşdarî şerê Şino û Neqede bûye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947 bi rêya Xwakurk û deşta Bezarê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947 li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947 yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkentê ya paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewarezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959 û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, beşdarî şerên Pira Bilbil û Sersingê bûye, di 23ê çiriya paşîn beşdarî şerê Deşta Silîvana û di 7 heta 12ê kanûna pêşîn beşdarî şerê Geliyê Zawîte bûye, piştî rêkeftina 11ê adara 1970 bûye nûnerê Şêxanê Barzan li Deşta Zê.
Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê vegeriyaye zêdê xwe, di 25ê kanûna pêşîn a 1985 heta 15ê sibata 1987 çendîn caran ji aliyê hikûmeta Îraqê hatiye girtin, sala 1991 beşdarî raperîna bajarê Dihokê bûye, di 16ê tebaxa 1996 di çarçoveya ahengên yûbîlê zêrîn de ji ber xebat û berxwedana xwe di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Demokratîk a Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperînê ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalya Barzanî ya nemir pê hatiye bexşîn.
Serçave:-
Hamid Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
-
Hêder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
-
Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, çapa yekem, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).
-
Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî – 2001z).
-
Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.
-
Di çarçoveya ahengên yûbîla zêrîn de, serok Mesûd Barzanî mîdalya Barzanî bi têkoşeran û dayikên şehîdan dibexşîne, Govara Gulan, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1 îlona 1996z.
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîla zêrîna Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





