Sidiq Xelîl Yehya, sala 1927 li gundê Kanîatayê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, dema temenê wî şeş sal bûye, di dîroka 21ê hezîrana 1932ê de ligel malbata xwe awareyê Komara Tirkiyeyê bûne. Piştî çûna bo Yekîtiya Sovyetê, li wir xwendiye û bawernameya bakaloryosê di beşa neftê ya zanîngeha Utoberskî de wergirtiye. Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959 wek fermanber li kargeha şekir li Mûsilê hatiye damezrandin. Sala 1971 wergêrê zimanê rûsî bûye li Hewlêrê, di dîroka 2ê adara 2020ê de li Selahedîn (Hewlêr) koça dawî kiriye û li goristana Mûsê Mexribî hatiye veşartin.
XebatnamePiştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945ê de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946ê de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di 29ê nîsana 1946ê de beşdarî şerên Qerawa û Mirdêyê li navçeya Seqiz (Rojhilatê Kurdistanê) bûye, piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di dîroka 19ê adara 1947ê de beşdarî şerê Şino û Neqede (Rojhilatê Kurdistanê) bûye, di 19ê nîsana 1947ê de biryar daye ku di bin fermandariya cenral Mistefa Barzanî li berxwedanê berdewam be, di 23ê gulana 1947ê de beşdarî rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê bûye, di dîroka 9ê hezîrana 1947ê heta 11ê hezîrana 1947ê beşdarî şerên Geliyê Qetur û Pira Makoyê (Rojhilatê Kurdistanê) bûye, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îranê ligel Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakuyê paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949ê de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê cenral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Di sala 1958ê de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959ê de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1963 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê û li kampên Zêweyê niştecih dibe û dûre hatiye veguhastin bo bajarê Kaşanê, sala 1987 beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û di şerên wê de beşdar bûye, sala 1996 vegeriyaye Kurdistanê, di dîroka 16ê kanûna pêşîn a 2010ê de di kongreya sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana xwe di Komara Demokratîk a Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalya Barzanî pê hatiye bexşîn, di dîroka 14ê adara 2013ê de bi boneya roja serhildana Duhokê û roja serok Mistefa Barzanî du medalyayên din jî wergirtiye.
Serçave:
-
Hamid Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), l l 457-458.
-
Hemîd Gerdî, Puxteya mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z), l l 44, 51, 60, 62, 67, 80, 90, 95, 133, 155.
-
Sefer Jajokî, Hevalê Barzanî yê nemir bo Yekîtiya Sovyeta berê Sidiq Xelîl Kanîatayî koça dawî kir, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5945, Hewlêr, 3 adara 2020z, l 4.
-
Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z), l 42.
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, çapa yekem, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), l 25.
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z), l l 577, 607, 619, 856.
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga sêyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z), l 1005.
-
Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên nemir Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z), s 39.
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z), l l 121, 126-127.
-
Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), l l 290, 429.
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z), r. 84, 94-96.
-
Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959, r. 2, 4.
-
Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Žažokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997z), r. 118.
-
Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m), r. 288.
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z), r. 139, 153, 184, 188, 193-197, 200-201, 205, 463.
-
Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z), r. 205, 270.
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





