Jînenîgarî

Sala 1920 li gundê Têlî yê ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Xoşî Reza Eslan pêk aniye, xwediyê du kur û keçekê bûne bi navên Xelîl Silêman (1950), Remezan Silêman û Xedîca Silêman. Silêman Ebdulla şarezayî di her du zimanên Kurdî û Rûsî de hebûye, di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe li gel du kurên xwe bi navên Remezan Silêman û Muhyedîn Silêman hatine windakirin.

Xebatname

Silêman Ebdulla sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye. 

Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di dîroka 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Neqede û Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê ve bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.

Piştî vegera wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezer li Bakuyê paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin di barûdoxê hevalên Barzanî de û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewra navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerêl Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, beşdarî şerên Pîrs û serê Barzanî bûye. Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye raguhastin bo başûrê Îraqê û li bajarê Hille niştecî hatiye kirin û dûre hatiye veguhastin bo komelgeha Quştepe, di dîroka 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe hatiye windakirin.

Çavkanî:
  1. Hîder Farûq El-Samirayî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darul-Hikme - 2016z).

  2. Rêkarî Mizoûrî, Jinen Ros û raguhastin û Enfal û komkujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).

  3. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, çapa yekê, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).

  4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  6. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

  7. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê – 2001z).

  8. Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawankarên rejîma Beis li dijî Barzaniyan 1975 - 1991 di zimanê şahidhal û belgenameyan de, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).

  9. Muhemmed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana keltûrî û civakî ya devera Mizoûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).

  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  11. Necef Qulî Psyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

  12. Arşîva Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê