Jînenîgarî

Sala 1900 li gundê Seftî ser bi nahiya Barzan li qeza Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û malbata wî navê Asya Umer Ehmed bûye û sê kur û keçek wan hebûye bi navên Îsmaîl Silêman, Selîm Silêman, Mihemedemîn Silêman û Ke'bet Silêman. Silêman Elî sala 1986 li komelgeha Quştepe koça dawî kiriye. Di 31ê tîrmeha 1983 di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe sê kurên wî bi navên Îsmaîl Silêman (1940 - 1983), Selîm Silêman (1941 - 1983), Mihemedemîn Silêman (1949 - 1983) hatine windakirin.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947 piştî civîna berfireh a gundê Drê û biryara çûna bo Yekîtiya Sovyetê, di 18ê hezîrana 1947 li çemê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî pê hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov ligel hevalên Mistefa Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949 ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxê hevalên Mistefa Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Yekîtiya Sovyetê. 

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959 û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine. 

Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Beşdarî Şoreşa Eylûlêyê bûye û di şeran de beşdar bûye. 

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  3. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).

  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z). 

  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).

  6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  7. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959.

  8. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Mistefa Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).

  9. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd Lîl-Neşr - 1979m).

  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  11. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî ve heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).