Jînenîgarî

Teha Eskender Hesen, sala 1932an li gundê Rêşê yê ser bi nahyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna bo Yekîtiya Sovyetê xêzandar bûye û xêzana wî navê Nesret Feqê Hesen Hesen bûye û kurekî wan hebûye bi navê Elî Teha ku di sala 1946an de ji dayik bûbû, di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalên Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Iraqê li komelgeha Quştepe ligel du kuran bi navên Elî Teha (1946 - 1983) û Senan Teha (1962 - 1983) şûnbizr dikin.

Xebatname

Di 23yê gulana 1947an de yaweriya cenral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî dorhêl kiribûn, danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di rûyê xurek û poşak û hatûçûyê de wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê dabeş kirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de veguhastine bo serbazgehekê li ser deryaya Xezeryê li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî pê gotine.

Piştî muameleya xerab a Ceifer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêze bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr bi ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de dabeş kirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê cenral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navborî di tîrmeha 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê û vegeriyana cenral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û bi pêncî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1958an Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim dadimezirîne, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûra Komara Iraqê vegeriyaye Kurdistanê. Beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kiriye.

Çavkanî:
  1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - dezgeha çap û belavkirina Aras - çapxaneya wezareta perwerde - 2004z).
  3. Rêkarî Mizûrî, Jinen ros û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – çapxaneya Minare - 2010z).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarî siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîrî - 2001z).
  6. Umer Hemze Salih, Cînosayd û tawanên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975-1991 di zimanê şayithal û belge-nameyan de, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat – 2017z).
  7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
  8. Lîs Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexdad - Darreşîd lil-neşr - 1979m).
  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
  10. Necef Qulî Pisyan, Li Mehabada xwînavî ve heta lîwarekên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).