Jînenîgarî

Teha Yasin Şekûr, di sala 1919an de li gundê Mîrozê yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin ve li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî ku biçe Yekîtiya Sovyetê bi (Misrixan Ezîz Ehmed) re zewicî û kurek jê çêbû, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, di sala 1960î de li gel Mecîd Bosî li daristanên Akrêyê karmend bû, di sala 1978an de ji aliyê rejîma Beis ve ji gundê Mîrozê bo komelgeha Korto hate koçberkirin, herwiha di sala 1990î de careke din bo komelgeha Şaxûlanê hate koçberkirin, zimanên (Kurdî, Rûsî û Tirkî) dizanî, di 18ê îlona 1993an de li komelgeha Şaxûlanê koça dawî kir û li heman gundî hate veşartin.

Rûpelên têkoşînê

Hevsengeriya Teha Yasin Şekûr di 23ê gulana 1947an de ligel Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kir, beşdarî şerên Qetûr û Pira Makûyê bû. Piştî zehmetiyên mezin û westiyayîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de derbasî çemê Arasê bû, yê ku dikeve ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de.

û Yekîtiya Sovyetê.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên xwe li Naxçivanê li Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan di komelgeheke vekirî de ku bi têlên dirî dorpêçkirî bû û leşkeran ew diparastin, hatin girtin, wekî dîlên şer di warê xwarin, cilûberg û veguhastinê de bi wan re hat kirin, bi biryara hikûmeta Sovyetê piştre li ser deverên Axdam, Laçîn, Eyolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo kampeke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakûyê hatin veguhastin, di 23yê heman mehê de kincên serbazî wergirtin, rojane bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê heşt saetan perwerdeya serbazî werdigirtin, di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên zimanê Kurdî werdigirtin.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov li hember hevsengerên wî, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Cerçokê ya nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di adara 1949an de, ew û hevsengerên xwe bi şêweyê kom bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di zeviyên Kolxozan de (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û piştre para hikûmetê jê didan) kar kirin.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê Barzanî ve bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa azarên hevsengerên xwe kiribû, tavilê biryar da ku komîsyonek bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî were avakirin, biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Fîrêvskî bên komkirin, lewma di mijdara 1951ê de berê xwe da bajarê Fîrêvskî yê Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an û vegera Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de, ew û hevsengerên wî li gorî madeyên (3) û (7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li gorî yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an, ketin ber lêborîna giştî.

Komara Iraqê di sala 1958an de bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hate damezrandin, ew di 16ê nîsana 1959an de ligel hevsengerên xwe bi keştiya Krozya ve bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Iraqê vegeriyan Kurdistanê.

Beşdarî Şoreşa Eylûlê a sala 1961ê bû, di şerên Kelî Spî, Zawîte, Eyn Zale, Çiyayê Etruş, Metîn û lûtkeyên Sefîn de, li şûna Haşim Mîrozî wekî fermandeyê serbazî hate danîn, di salên (1970-1975) de li baregehê Barzanî li Dêlmanê xizmet kir.

Çavkanî:

- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).

- Şeban Elî Şeban, Hendêk Zaniyarî Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).

- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekem, bergê duyem, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013).

- Umer Farûqî, Serdar Dana Jiyan û Têkoşînên Mela Mistefa Barzanî yê rehmetî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).

- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991an de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001).

- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê nîsana 1959an.

- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979).

- Mihemed Salih Pêndro (Cegersoz), Jiyana Çandî û Civakî ya Devera Mizûrî Bala, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2020).

- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgariya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.