Temir Ehmed Şabaz sala 1931 li gundê Serîşme yê ser bi nahiyeya Xelîfan li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bû û du kur û pênc keçên wî hebûn. Sala 1975an piştî şikestina Şoreşa Eylûlê penaberî Îranê bû. Sala 1991ê vegeriya Başûrê Kurdistanê û beşdarî raperîna dijî Artêşa Iraqê bû, paşê li gundê xwe yê resen bi cih bû.
Sala 1962an tevlî Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bû. Sala 1963an piştî ku rejîma Iraqê êrîş kir û gundê Serîşme yê qezaya Xelîfan şewitand, ew û malbata xwe derbasî herêmên bin kontrola şoreşê bûn û li herêma Balekayetiyê bi cih bûn. Di heman salê de Temir Ehmed Şabaz beşdarî şerên Qeladizê û Sengserê bû.
Dema Artêşa Iraqê plan kir ku êrîşî herêmên bin kontrola şoreşê li Mêrgesor, Serê Akerê û Çiyayê Bêrsê bike da ku gundê Barzan û herêmê dagîr bike, Mela Mistefa Barzanî nameyek şand bo Ehmed Şabaz da ku êrîşî Artêşa Iraqê bike, ji bo sivikkirina zexta şer li ser herêma Barzan, piştî wergirtina destûrê ji Mela Mistefa Barzanî Temir Ehmed Şabaz vegeriya cem bavê xwe û bi alîkarî û piştevanîya xelkê Serîşme di dorpêçkirina gundê Rûstê yê herêma Balekayetiyê de êrîşeke berfireh li dijî Artêşa Iraqê pêk anîn û ziyanên mezin gihandin wan.
Sala 1967an, malbata Ehmed Şabaz careke din ji ber şewitandina gundê wan ji aliyê Artêşa Iraqê ve koçberî Deşta Berazgirê ya li sînorê Deşta Hêrtê ya ser bi nahiyeya Sîdekanê bûn, heta 11ê adara 1970yî li wir man, piştî peymana 11ê adarê bi fermana Mela Mistefa Barzanî vegeriya gundê Serîşme.
Sala 1981ê bi pêşniyara Îdrîs Barzanî vegeriya Şino ya Rojhilatê Kurdistanê û tevlî Şoreşa Gulanê bû. Paşê bi fermana Frensû Herîrî vegeriya û di nav mefrezeyekê de çû Xwakurkê, sala 1987an beşdarî şerê Wadiya Reş li herêma Sîdekanê bû û sala 1988an beşdarî şerê Nazdardaxê bû ku beşek ji şerên epîka Xwakurkê bû û li wir birîndar bû.
Temir Ehmed Şabaz çend caran birîndar bû û di şerê Nazdardaxê de hemû masûlkeyên wî bi giranî şewitîn, sala 1987an di Wadiya Reş de bi napalmê ku ji aliyê rejîmê ve hatibû qedexekirin bi giranî birîndar bû û çavên xwe ji dest da, sala 2013an bo dermankirinê şandin Awisturyayê.
Sala 1991ê, di dema raperîna Kurdistanê de, bi rêya Hacî Umran vegeriya Başûrê Kurdistanê û beşdarî raperîn û rizgarkirina bajarê Amêdiyê bû, paşê wek endamê fermandeyiya Helgurdê hat tayînkirin. Sala 1994an, tevlî Lîwaya Serî Bilind a taybet bû û paşê bo fermandeyiya Pêşmergeyên gundê Serîşme yê ser bi nahiyeya Xelîfan hat tayînkirin, ku hejmara wan nêzîkî 100 Pêşmerge bû.
Sala 1996an, bi boneya Yûbîlê Zêrîn di 50emîn salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, nîşana Barzanî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî.
ve wergirt. Di 29ê tîrmeha 2015an de ji ber birînên xwe koça dawî kir, li ser daxwaza xwe û bi amadebûna nûnerê Serok Mesûd Barzanî û hejmareke mezin ji xelkê herêmê, li gundê xwe yê resen li Serîşme hat veşartin.
Çavkanî:
Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


