Jînenîgarî

Umer Mistefa di sala 1923an de li taxa Qelat a bajarê Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa xwendina seretayî û navendî ya Koyê û derçûyê kolêja maf sala (1946-1951) ya Bexdayê ye.

Xebatname

Umer Mistefa di sala 1948an de li Bexda peywendî bi refên Partiya Dêmokrat a Kurd dike, sala 1951an di Kongreya 12 nehênî ya partiyê li bajarê Bexda û bi dengê nûnerên kongreyê wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê tê hilbijartin, heman sal li ser çalakiyên sîyasî bo demekê tê bendkirin, lê di demekê kêm de tê azadkirin.

Sala 1953an di Kongreya Sêyem ji aliyê nûnerên kongreyê wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û piştre bûye endamê mekteba sîyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1956an wek endamê komîteya navendî hatiye destnîşankirin, sala 1959an ji aliyê nûnerên Kongreya Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê wek endamê komîteya navendî ya partiyê hatiye hilbijartin.

Di desteya 60 kesî ya daxwazkarên mûleta fermî ya karê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bo qonaxa eşkere ye, sala 1960an di Kongreya Pêncem bi dengê nûnerên kongreyê wek endamê komîteya navendî û piştre mekteba sîyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê derçûye, sala 1961an nêrdayê mekteba sîyasî ya partiyê bûye bo cem serok Mistefa Barzanî bi mebesta agahdarkirinê li ser pelamara Artêşa Iraqê bo ser Kurdistanê û gihandina helwesta mekteba sîyasî di vê barê de.

 Sala 1962an di beşdarbûyên civîna fireh a ewdalên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye û her di wê salê de beşdarî şerê Qişleya Rayatê kiriye, sala 1963an palêorawê serkirdatiya şoreşê bû bo wergirtina posta bilind di Artêşa Iraqê de, beşdarbûyê kongreya giştî ya Koyê ya sala 1963an e û piştre wek endamê şandê danûstandinkarê partiyê ligel Artêşa Iraqê hatiye destnîşankirin, di rêkxerên civîna Mawetê de ye ku di nîsana 1964an de hatiye girêdan, her di sala 1964an de çûye palê koma Celal Talebanî – Îbrahîm Ehmed û di Kongreya Şeşem de bi piraniya dengên nûnerên kongreyê ji refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dûrxistine, di 29ê kanûna duyem a 1992an de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kiriye û li bajarê Koyê hatiye veşartin. Şarezayê zimanên erebî û îngilîzî bûye.

Çavkanî:

-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.