Fermandey Lîwa Umer Mîrxan Xezalî sala 1939an li gundê Jajok ser bi qezaya Mêrgesorê di malbateke şoreşger de hatiye dinê, di temenê zaroktiyê de li gel kesûkarên xwe sala 1945an awarey Rojhilatê Kurdistanê li Îranê bûye, malbata wî beşdarî di parastina Komara Kurdistanê li Mehabadê kirine, du ji birayên wî bi navê Xezalî Mîrxan Jajokî û Şehîd Hiso Mîrxan Jajokî hevalên Barzanîyê nemir bûn bo Yekîtiya Sovyetê ya berê, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê li gel malbata xwe awarey Îranê dibin, sereta li Zêwe bûye û paşê hatiye veguhestin bo Cehrom, Refsenjan û Qezwîn, piştî rûxana rejîma Îranê sala 1979an vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê û sala 1980yî li navçeya Mehabadê niştecî bûye, du birayên wî bi navên Yûsif Mîrxan Jajokî û Hiso Mîrxan Jajokî li Şoreşa Gulanê şehîd bûne, di temenê 84 saliyê de di 3yê tebaxa 2023an de koça dawî kiriye û li goristana gundê Jajok ser bi devera Barzan bi xakê hatiye spartin.
XebatnameUmer Mîrxan Xezalî sala 1963an peywendî bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1963an beşdarî şerên Kêwereş, Asos, Gîlezer û Sengeserê bûye, heta sala 1970yî di hêza Kawe de ku fermandeyê wê Hiso Mîrxan Xezalî yê birayê wî bûye, sala 1974an pileya mûlazimî wergirtiye û di hêza parastina sînorê Qeladizê de di erkê de bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê li gel malbata xwe awarey Îranê dibin, sala 1980yî li gel mefrezeyekê sereta çûye Qasmerêş li navçeya Serdeştê û ji wir ve bo Lolan û paşê li Xwakurkê baregeh daniye.
Sala 1988an bi şêweyê meydanî serdana navçeyên jêrdestê şoreşê kiriye û li gel Xezalî Mîrxan fermandeyê hêza Hemrîn destê xwe li hêzên dijmin weşandiye, yek ji fermandeyên beşdarbûyê dastana Xwakurkê bûye û beşdar bûye di raperînê de, piştî raperîna sala 1991ê pileya fermandeyê batalyonî wergirtiye û paşê bûye fermandeyê batalyona Mekteba Serok li Pîrmamê, beşdarî Kongreya dozdehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê sala 1999an û Kongreya sêzdehemîn sala 2010an kiriye û di Kongreya 13an de ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanîyê nemir pê hatiye bexşîn.
Sala 2014an beşdarî şerê dijî terorîstên DAIŞê li mihwerê Gwer - Mexmûr û di girtina Baqirte û Elî Awa û Cedîde û Dûgirkan û Siltan Ebdulla kiriye. Demekê hêza taybet a navbirî hatiye veguhestin ser hêzên piştevanî yek ser bi Wezareta Pêşmerge.
Umer Mîrxan Jajokî di jiyana pêşmergatiyê de pênc caran birîndar bûye û çend kes ji endamên malbata wî wek amozayê wî Elî Teha Jajokî sala 1963an, Mîrxan Hacî Mîrxanê birazayê wî û Salih Hacî Mîrxanê birazayê wî û Kekşar Xidirê xwarzayê wî sala 1983an û du birazayên wî bi navên Elî Hiso Mîrxan sala 1994an, Xelîl Xezalî Mîrxan sala 1995an şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





