Jînenîgarî

Di temenê lawetiyê de li hicreya feqîtiyê dest bi xwendinê kiriye û hevsengî xwendinê, mijûlî karê cotyarî û çandinî bûye ji bo dabînkirina jiyan û guzaranê di wê serdema zehmet a salên berî şerê duyem ê cîhanê de.

Xebatname

Piştî şoreşa tîrmehê û vegera Barzanî nemir bo Kurdistanê, di sala 1958an de bûye endamekî çalak û karîger ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê li rêxistina Pîrmamê. Bi sedema çalakiya berçav di nav rêzên partiyê de, ji aliyê desthilatdarên wê demê yên Bexdayê ve, emrê girtina wî derdikeve.
Di destpêka sala 1961ê de û şeş meh berî hilgirsa Şoreşa Eylûlê, piştî rûkirina çiyayan, dest bi çalakiya pêşmergayetî û partîzaniyê dike û paşê di yekem pêlên Şoreşa Eylûlê de, li navçeya Xoşnawetî û Sefînê ya serkeş, yek dibe ji wan pêşmergeyên ku beşdariyeke çalakane kiriye di şoreşê de. Ji ber karîgerî û jêhatîbûna xwe pileya serleqê jê re tê bexşîn û beşdarî kiriye di piraniya çalakiyên pêşmerge li navçeyên cuda yên sînorê Hewlêrê û derdora wê de. .

Bi dirêjahiya temenê xwe gelek berpirsiyarên hestiyar û mezin jê re hatine bexşîn û bi serkeftî erkên xwe bi cih aniye û cihê baweriya partiyê û cenabê Barzanî nemir bûye. .
Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê (1961-1975) li gel malbata xwe awareyî Îranê û paşê bo bajarê Kaşanê tên veguhastin..

Hevdem li gel hilgirsa Şoreşa Gulanê (1976-1991), ber bi Rojhilatê Kurdistanê vegeriyaye û çalakane beşdar dibe di wê şoreşê de û wek endam û paşê kargêrê lîqa du û berpirsiyarê beşa serbazî ya lîqa du bûye.

Di raperîna bihara 1991ê de Xalid Ajgeyî çalakane wek fermandeyî beşdarî raperînê dike û yek ji fermande û pêşmergeyên qehreman ên proseya azadiya Hewlêrê kiriye. Şerê xwînawî û dest bi dest ê dîrokî yê Korê dibe xaleke din a werçerxanê di dîroka xebat û berengariya zebrûzengiya Beisê de..
Piştî raperînê yekem car li lîqa du û paşê wek fermandeyî û endamê fermandariya leşkerê Kurdistanê berdewamî bi rêçika têkoşînê dide û di navbera wergirtina berpirsiyarên curbicur ên serbazî de şopa wî li ser tevahiya jiyana siyasî de diyar e..

Xalid Ajgeyî di jiyana pêşmergayetiyê de du caran birîndar bûye. Sala 1996an di yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji aliyê cenabê serok Mesûd Barzanî, medalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn.
19ê tîrmeha 2004an di temenê 73 saliyê de bi nexweşiyê koça dawî kir..

Serçave:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.