Jînenîgarî

Xalid Salih Îbrahîm Xetîb, sala 1954an li parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, her li wir jî akincî bûye, heta qonaxa navendî her li wî bajarî xwendiye, sala 1978an hatiye sêdarekirin. 

Xebatname

Şehîd Xalid Salih Îbrahîm Xetîb, sala 1968an bûye kadroyê şaneya nihênî ya nexweşxaneya Silêmaniyê ku doktor Munîre Salih a xwişka wî berpirsiyarê şaneyê bûye, Şewnim Necmedîn Berzincî serperiştiyarê rêkxistina şaneyên nihênî yên navçeya Silêmaniyê ya Liqa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, herwiha Muhêdîn Rehîm berpirsiyarê lijneya navçe bûye.

Erkê Xalid Salih Îbrahîm parastina dem û cihê civînên şaneyên nihênî bûye, di heman demê de çend çalakiyên çekdarî ligel du hevalên din li nav bajarê Silêmaniyê encam daye, diyarîtirîn wan çalakîya serşeqam û çalakîya nav baxê Serçinarê bûye, ligel wê yekê Xalid Salih Îbrahîm Xetîb kadroyê dabeşkirin û nivîsandina peyamên şoreşê bûye li nav bazara bajarê Silêmaniyê. 

 Sala 1978an çend hevalên wî ji aliyê emniya Silêmaniyê ve hatine girtin û piştî çend rojan di 4ê adara 1978an de di rêya çûna bo qutabxaneyê de ew bi xwe jî hatiye girtin û di heman demê de hevalekî din bi navê Nûredîn Necmedîn Berzincî jî li nav bazara Silêmaniyê hatiye girtin, piştî du hefte man li emniya Silêmaniyê bo emniya giştî ya bajarê Bexdayê hatine veguhastin, di 7ê gulana 1978an de Xalid Salih Îbrahîm Xetîb û Nûredînê hevalê wî li emniya giştî ya Bexdayê hatine sêdarekirin û şehîd bûne. 

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.