Xelîl Deskoyê Hadê, naskirî bi (Xelîl Desko), sala 1932 li gundê Serokanî yê qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye, sala 1945an ligel xanedana xwe awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye, sala 1975an awareyê welatê Îranê bûye û sereta li bajarê Neẍede nîştecih bûye, dûre çûye bajarê Kerecê. Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, di 12ê nîsana 2003an de koça dawî kiriye.
Sala 1961ê tevlî Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bûye û bûye pêşmerge, sala 1979an tevlî Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê bûye û şofêrê serok Mesûd Barzanî bûye heta sala 1991ê.
Di 16ê tebaxa 1996an de di yubîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema xizmetên ku bi Kurd û Kurdistanê kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzaniyê nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





