Xidir Mihemed Xidir, her di temenê lawitiyê de peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û di temenê 16 saliyê de ligel fermandeyê Memederêş Rewandizî yê bavê xwe li gundê Feqiyanê yê ser bi qezaya Rewandizê dibe Pêşmerge. Sala 1976an piştî hilgirsana Şoreşa Gulanê dûbare peywendî bi hêza Pêşmerge dike, di hêza Aware de dibe Pêşmerge, li gundên Xinêre û Lolana ya devera Bradostê erka Pêşmergeyatiyê dîtiye, sala 1988an beşdarî dastana Xwakurkê dike.
Sala 1991an piştî vegera xwe ji welatê Îranê dûbare ligel fermandeyê Memederêş Rewandizî yê bavê xwe dibe Pêşmerge, demekê berpirsiyarê parastina pirên Hafiz û pirê Bêxal û Kawilokan bûye, sala 1992an piştî şehîdbûna bavê xwe li şûna wî tê kirin amirê hêza Henderên li sînorê Rewandizê.
Sala 1992an piştî pêkanîna leşkerê yekgirtû yê Kurdistanê, pileya serbazî werdigire û di fewca Rewandizê de ku baregeha wê li hamiye ya Rewandizê dibe, dibe cîgirê Xemed Barzanî.
Sala 1994an piştî hilgirsana şerê navxwe, aware dibe û mala xwe dibe bajarokê Xelîfan, şeva 17 li ser 18ê çiriya pêşîna 1996an di dema êrîşa çekdarên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bo ser lijneya navçeya Rewandizê Şehîd dibe.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




