Xoşewî Mela Mihemed, sala 1915 li gundê Kanyalinc ser bi nahiya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û kurekî wî hebû bi navê Seîd ku sala 1935 ji dayik bûye. Xoşewî Mela Mihemed sala 1949 li Yekîtiya Sovyetê ji bo cara duyem jiyana hevseriyê li gel Evîze Emîr Esen pêk aniye, kurek û du keçên wan hebûn ku navên wan Cewahîr ji dayikbûyê 1951 û Xelîl ji dayikbûyê 1956 û Zîra ku ji xwişk û birayê xwe biçûktir bû sala 1958 ji dayik bûye. Evîzeya hevjîna Xoşewî ji neteweya tatarên nîvgirava Kirimê bû.
Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, Xoşewî sala 1978 ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye veguhastin bo komelgeha Herîrê, di 31ê tîrmeha 1983 di operasyona Enfalên Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Herîrê Seîdê kurê wî û neviyekî wî bi navê Halî Seîd (1961-1983) şûnwenda dikin. Xoşewî Mela Mihemed di 15ê adara 2004 li gundê Kanyalinc koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945 bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945 berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946 di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bûye, di 29ê nîsana heman salê de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye.
Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê, di 3ê adara 1947 beşdarî şerê Nelos û di 19ê adarê beşdarî şerê Nexede û Şinoyê bûye. Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947 bi rêya (Xwakûrk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947 li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947 hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetûr û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegeriyana jenerêl Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959 û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1962 piştî hilgirsana Şoreşa Eylûlê, beşdarî şoreşê bûye, di şerên navçeya Barzan û çiyayê Pîrs û çiyayê Gorrezî beşdar bûye.
Serçave:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016).
- Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sêyem, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013).
- Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991an de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê – 2001).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Jubîleya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996).





