Xudêda Hesen, sala 1927an li gundê Sulkî yê ser bi deşta Tergewer a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, piştî ku diçe Sovyetê jiyana hevserî ligel Pakîze Kurîtûn Îsmaîl pêk aniye, malbata wê ji neteweya tatarên nîvgirava Qirimê ye, piştî vegera wan ji Sovyetê û hilgirsa Şoreşa Eylûlê, Pakîze di 12ê hezîrana 1963an heta 20ê kanûna yekem a 1963an ligel sê zarokên xwe li Hewlêrê ji aliyê rejîma Beis ve tê girtin, bi tohmeta ku hevserê wê hevalbendê Mistefa Barzanî û Pêşmerge bûye, hatiye avêtin girtîgehê û paşê li taxa Seydawa û dûre li taxa Îskan nîştecih bûye û di bin çavdêriyê de bûye. Xudêda Hesen şarezayî di zimanên kurdî û rûsî de hebûye, di 26ê kanûna yekem a 1991ê de koça dawî kiriye.
XebatnameJi wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevalbendiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westaneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtîya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. Li Yekîtîya Sovyetê bo dema çend mehan di zindana takekesî de bûye û êşkence hatiye kirin.
Navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de vedigere bo Vrîvîskî. Xudêda ligel du hevalên din bi nûneratiya Barzanî yê nemir diçin Moskowê bo gotûbêjê daku hevalên wî li Yekîtîya Sovyetê bixwînin.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi geşta Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê, beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kiriye û berpirsê îdarî yê depoya leşkerî ya yek bûye, sala 1973an çûye Şahnişîna Îranê û sala 1975an vegeriyaye başûrê Kurdistanê.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Rêkarî Mizûrî, Jinen Ros û Ragwastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
- Şeban Elî Şeban, Hendêk Zanîyarî Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana Zendegî û Mobarezat-e Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Le Yaddashtî Fermandeyî Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 Roj legel Barzanî da Çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe Heta Lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
- Îsmaîl Gunderojî, Ew Afretên Rûsanê ku hevserên wan Pêşmerge bûn û ketine ber reşgîriyê, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, rojnameya Xebat, hejmar 3461, Hewlêr, 3 gulana 2010z.





