Di Zeyîm Elî sala 1949an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, qonaxên xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Hewlêrê qedandiye, li ser lîsteya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Koleja Leşkerî ya li Bexdayê hatiye qebûlkirin, bawernameya lîsansê di zanistên leşkerî de wergirtiye û sala 1972an bi pileya melaazimê duyem (lîtenantê duyem) derçûye, sala 2004an pileya feqîqê yekem (general) jê re hatiye dayîn, sala 2005an bûye şêwirmendê leşkerî yê Serokê Komara Iraqê Celal Talebanî (1933-2017), di kabîneya sêyem a sala 1996an û çarem a sala 1999an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî wezîrê karûbarên Pêşmerge kar kiriye, zimanên kurdî, erebî û farisî dizane.
Rûpelên têkoşînêTevlî Zeyîm Elî Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye sala 1962an, sala 1974an fermandarê Pêşmergeyên devera Balkayetî bûye, sala 1975an piştî şikestina Şoreşa Eylûlê penaberî Îranê bûye, sala 1976an çûye Komara Erebî ya Sûriyeyê, sala 1977an wekî fermandar çûye navçeyên azadkirî yên Şoreşa Gulanê.
Di Kongreya Nehem a sala 1979an, Kongreya Dâhêm a sala 1989an û Kongreya Yanzdehêm a sala 1993an de wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, di Kongreya Duwazdehêm a sala 1999an de bûye endamê Komîteya Navendî û piştre endamê Mekteba Siyasî ya partiyê, di Kongreya Sêzdahêm a sala 2010an de wekî endamê Lijna Kîyadê hatiye hilbijartin û di yekem civîna lîjnê de careke din wekî endamê Mekteba Siyasî hatiye hilbijartin, di Kongreya Çarê ya sala 2022an de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin û di yekem civîna Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye endamê Mekteba Siyasî.
Di dema karê xwe yê di nava refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de gelek erk û berpirsiyarî girtine ser xwe, ji wan: berpirsiyarê Komîteya Şaxa Duyem 1983, endamê Lijnaya Kîyadê ya Leşkerî ya hêzên eniya CUD 1983, berpirsiyarê mihwerê Behdînan 1986, endamê Komîteya Çavdêriya Navendî 1988, yek ji fermandarên epîka Xwakurkê 1988, berpirsiyarê yekem ê Komîteya Şaxa Yekê 1989, berpirsiyarê Beşa Leşkerî ya partiyê 1990, berpirsiyarê Komîteya Şaxa Nehem 1993, berpirsiyarê Komîteya Şaxa Duyem 2000 û hwd.
Sala 1991ê beşdarî raperîna Başûrê Kurdistanê bûye û di kabîneya sêyem a sala 1996an û çarem a sala 1999an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî wezîrê karûbarên Pêşmerge kar kiriye, sala 2007an endamê Kîyadêya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.
Sala 2010an ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve, bi boneya xizmetên wî yên mezin di Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê de, û qonaxên raperîna Başûrê Kurdistanê û serweriyê, Nîşana Barzanî yê Nemir hatiye dayîn.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


