Çawşîn Hemîn Feqê, sala 1969an li nahyeya Pîran ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bûye û xwediyê çar zarokan bûye.
Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê dijî hikûmeta Îraqê kiriye, heman sal peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û ligel Mûsa Gerdî bûye Pêşmerge. Beşdarî çendîn şerên berevanî li serweriya yasayê kiriye.

Sala 1997an li Berdenaz a nahyeya Hacî Omeran ji aliyê çekdarên PKK şehîd hatiye kirin û li goristana nahyeya Pîran bi xak hatiye spartin.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.