Jînenîgarî

Îbrahîm Mela Celal, sala 1919 li gundê Taylankendî yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Jîna Celal Bûrkîna pêk aniye û malbata wê ji neteweya Tatarên nîvgirava Qirimê (Komara Ukraynayê) ne. Piştî vegera ji Yekîtiya Sovyetê di sala 1959an de, di heman salê de li kargeha şekir a Mûsilê wek fermanber hatiye damezrandin. Piştî enfalkirina wî di sala 1983an de, zarokên wî bi dizî diçin derveyî welat û li Polonyayê bi cih dibin û hevjîna wî bi tenê li Îraqê dimîne û paşê bi behaneya serdana dayika xwe li gel jineke Urdunî û Misrî çûye welatê Urdunê û paşê çûye Danîmarkayê.

Xebatname

Îbrahîm Mela Celal yek ji wan hevalên jênêral Mistefa Barzanî bûye ku di 15ê gulana 1947an de di civîna gundê Ergoşê de bûye, ku Barzanî hevalên xwe serbest dihêle di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê de, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westiyayineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel tevahiya hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan hatiye kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn ku kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jênêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya 11 bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya, bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê, vegeriyaye Kurdistanê û li Şeqlaweyê ser bi parêzgeha Hewlêrê niştecih bûye. Di dema destpêkirina şer de vegeriya û paşê mala xwe veguhast Bexdayê. Di 29 li ser 30ê tîrmeha 1983an de di proseya enfala Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê, li Bexdayê şûnbizr tê kirin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hemîd Gerdî, Pûxtê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  3. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî de, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  5. Arşîva Desteya Ensîklopediya, Forma Îbrahîm Celal Elî Şikak, di rêkewta 1ê çiriya paşîn a 2018an - Pîrmam.
  6. Nass qarar lejnet el-efw el-am berd el-îtîbar ela şuhada sewret Barzan, Meclet Rizgarî, el-eded 3,2, el-metbe'et el-rabite, Bexdad, 1 Nîsan 1959.