Jînenîgarî

Îsmaîl Ebdulla, sala 1917 li gundê Pêndro yê ser bi nahiyeya Şêrwanê Mezin li qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Berî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê xêzandar bûye û hevjîna wî navê wê Helîma Feqo Zahir bûye û tenê kurek wan hebûye ku navê wî Tehsîn e. Di sala 1985 li Sîdekanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947 de yeweriyê cenêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947 de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947 de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan gotine.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949 de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê cenêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegeriyana cenêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959 û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hemwarkirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

 Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyane Kurdistanê. Di sala 1985 li Sîdekanê koça dawî kiriye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  3. Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997)..
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  5. Nass qarar lecnat el-efw el-am berd el-i'tibar ila şuhada' sewret Barzan, Mecellet Rizgarî, el-eded 3,2, el-metbe'et el-rabite, Bexda, 1 Nîsan 1959.
  6. Arşîva Desteya Ensîklopediya, formê Îsmaîl Ebdulla Hemîre Mihemed, di dîroka 1ê çiriya paşîn a 2018 - Pîrmam.