Piştî hemû ew şer û kuştarên ku di navbera her du hêzên Barzanî û Îranê de pêk hatin di 5ê nîsana 1947an de tevahiya hêzên Îranê ku di wê demê de karîbûn piraniya navçeyên di bin desthilata Barzaniyan de careke din kontrol bikin, bi sûdwergirtina ji çekdarên Mengûr êrîşeke berfireh ji çend aliyan ve dibin ser Barzaniyan. Li yek ji bereyên şerkirinê ku li bilindahiyên Gerd Kişan bû şerek di navbera Artêşa Îranê ku bi topên 105 milîmetrî û 75 milîmetrî tijî çek kiribûn û ji bilî wê li asîman jî alîkariya wan dihat kirin ligel 150 Pêşmergeyên Barzanî ku fermandarê wan Ehmed Mergewerî bû rû dide, di wî şerî de piştî têkoşîneke giran ew bilindahî dikeve destê Artêşa Îranê û bi wê şêweyê navçeya Şino bi tevahî ji aliyê Artêşa Îranê ve tê kontrolkirin.
Di wê demê de tank û desteyek ji hêza siwarên Loristanê yekemîn deste bûn ku gihîştin nav Şino, Barzaniyan jî ber bi Geliyê Gelas û ji wir jî ber bi Gader paşekişe dikin, lê Barzaniyan berî ku vegerin di 8ê nîsana 1947an de û hewdem ligel paşekişekirina xwe dikarin yek ji wan firokeyên hêza asmanî ya Îranê ku bi çirî hêza wan bordûman dikir bixin xwarê û yek ji firokevanên wê tê kuştin û yê din jî bi pereşût xwe rizgar dike. Herwiha ji bo ku erka ser milê xwe kêm bikin ew dîlên ku di şerên borî de girtibûn û ji 18 istwar û guruhban û ew mayî ji efserên ku bi dîl hatibûn girtin ji bilî stwan duwem Hemîd Cihanbanî bi rêya Seyîd Ebdullah Geylanî azad dikin û vedigerînin nav Artêşa Îranê, Stwan Cihanbanî jî di 10ê nîsana 1947an de tê azadkirin. Di wê demê de ku Barzaniyan mijûlî paşekişeyê ber bi sînorê navbera Îran û Îraqê bûn, ji aliyê Şêx Ehmedê Barzan nameyek ji bo Serleşker Humayûnî dinivîse tê de bi vê şêweyê behsa wan topan dike ku di destê Barzaniyan de bûn û herwiha behsa rizgarkirina Stwan Cihanbanî dike: ((Ew tenê hêzên we bûn ku êrîş birine ser me û ji aliyê me ve tu destdirêjî nehatiye kirin, derbarê topan de we topeke bi tevahiya kelûpelên wê ve li Şino bi dest xist û topeke din li xaka Îranê maye, dikarin bi rêya Şêx Ebdullah sora wê bikin û cihê wê bibînin û bibin, ji ber ku me wilaxtir nebû ew topê bikişîne lewma me ligel xwe nebir. Balafirên we her roj nêzîkî bîst kes ji jin û zarokên me dikujin, derbarê esîran de me tevahiya efseran û yên din hemû radestî Şêx Ebdullah kirin, Cihanbanî me radestî Seyîd Kemal kiriye)) Şêx Ehmedê Barzan di nameya xwe de herwiha daxwaz ji Îraniyan dike ku: ((Balafirên wan êdî bordûmana jin û zarokan nekin ku kiryareke nemirovane ye û berevajî tevahiya yasayên navneteweyî ye bila xwe jê bidin alî)). Bi vê şêweyê Barzaniyan bi rêkûpêk dest bi paşekişeyê kirin ber bi xaka Îraqê.
Çavkanî:1- Sipahbod Mihemed Kazimî. Serheng 2 Stad Menûçehr Elborz, Tarîxî Pêncah Saley Nîroyî Zemînî Şahanşahî Îran, Tehran, 2535.
2- Necefqulî Pesiyan, Ez Mehabad Xûnîn ta Keranêyî Eres, Tehran, Şirketî Sehamî Çap, 1328.
3- Huseyn Elî Rezm Ara, Ferhengî Cografyayî Îran (Abadîha) Stan 3 û 4 Azerbaycan, Tehran, Intîşaratî Dayreyî Cografyayî Stadî Erteş, 1330.
4- Ebas Xezalî Mîrxan, Le Mehabadewe ta Gader, Hewlêr, Çapxaney Menare, Çapî duwem, 2007.
5- Elî Esxer Ehsanî, Xatiratî Ma Ez Qiyam Efseranî Xorasan, Tehran, Neşrî Elm, 1378.
6- D. Efrasiyaw Hewramî, Peywendiyekani Kurdistan û Azerbaycan û Heresehênanî Herdûla le salî 1946 (le belgew serçawekan da), Silêmanî, Dezgay Çap û Pexşî Serdem, 2008.





