Berdewamiya çalakiyên Pêşmerge bi awayekî berbelav sînorê şer û pevçûnên di navbera Hêzên Pêşmerge û artêş û hêzên çekdar ên Iraqî de bi cureyekî fireh kiribû ku piraniya navçeyên cuda girtibû, helbet Hêzên Pêşmerge ji bo parastina mafê milet her tim li pey wê derfetê geriyaye ku li her quncikekî ji wan re bibe derfet, derbeyên kujer li hêzên leşkerî yên hikûmetê bixin û peyama nerazîbûn û helwestwergirtinê li hember binpêkirina mafê Kurd bigihînin raya giştî, di çalakiya wê carê ya Hêzên Pêşmerge de ku di şeva 10 li ser 11ê kanûna duyem a 1988an de rû da, êrîşek bû bo ser Fewca Taybet a 6ê li Mendîlê ya dûrî 5 km ji bajarê Çemçemalê, piştî ku berpirsên Hêzên Pêşmerge şêwir û raman guhertin derbarê encamdana çalakiyekê bi mebesta lêdana derbeyekê li hêzên hikûmetê, plana êrîşê danîn paşê êrîşî ser baregeha fewcê kirin.

Êrîşa Pêşmerge bo ser hêzên leşkerî yên hikûmeta Iraqê bi beşdariya Pêşmergeyên lijneya navçeyên Çemçemal, Şwan, Baziyan, Kelar, Rêxistina Rencderan û hêzeke baregeha Leqê 3yê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, diyar e di wê demê de Hêzên Pêşmerge di çarçoveya organa rêxistina partî de hatibû rêkxistin wek leq û navçe û rêxistin, piştî ku nexşe û plan ji bo encamdana çalakiya Pêşmergane li wê sînorê de hat danîn, piştî temambûna amadekariyan û danîna dema destpêkirinê, êrîş bo ser wê fewca Artêşa Iraqê dest pê kir, bi yekemîn hemleya Pêşmerge re ewqas neçû di heyama 40 xulekan de dest bi ser baregeha fewcê de girtin, di encamê de 14 çekdarên kirêgirtî û efserek bi pileya Neqîb hatin kuştin û 37 jê bi dîl hatin girtin, diyar e di wî şerî de ziyanên hêza hikûmetê zêde bûn, ewqasê hatiye zanîn pêk dihatin ji teqîna embarên fewcê, şewitandina 40 konên leşkerî, şewitandina 3 otomobîlên cureyê Toyota û du otomobîlên cureyê Eva yên leşkerî.

Di wî şerî de Hêzên Pêşmerge destkeftiyên zêde hebûn wek dest bi ser de girtina 2 otomobîlên cureyê Pîkab Nîsan, yek Toyota Corona, yek Land Cruiser, otomobîlek mezin a veguhastina kelûpelan, 4 çekên cureyê Kalaşnîkov, 6 (RPG) û 40 danikên gulleya (RPG), yek reşeş (RBK), 2 amûrên dûrbîn û dezgayeke telefonê.

Di tomarkirina wê destanê de Hêzên Pêşmerge bê ziyan nebûn, ku tê de 4 Pêşmerge Şehîd bûne bi navên Salih Mihemed Settar nasraw bi Rêbwar ku Pêşmergeyê baregeha Leq bû, Rizgar Hemîd Pêşmergeyê lijneya navçeya Çemçemal, Cebar Gefûr nasraw bi Dêwane Pêşmergeyê lijneya navçeya Şwan, Salih Mihemed Salih nasraw bi Mam Salih Pêşmergeyê lijneya navçeya Dûz, herwiha 13 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Guman di wê de nîne ew cure çalakiyên Hêzên Pêşmerge roleke erênî û giring dilîstin li ser bilindbûna moralê Pêşmerge û şadî xistin di dilê cemawer de, bi wê yekê ku hêz û bazûyê şoreşê di wê astê de ye her gava mebesta wan be li her cihê be derbeyê li hêzên hikûmetê dixin, di heman demê de tirs û dilgiraniyek mezin dixiste nav rêzên hêzên leşkerî û bi neçarî ji bo revandina wê tirs û dilgiraniyê penah dibirin ber topbaran û bordûmana gundên Kurdistanê.  

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- Hewlêr- 2021).

2- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bîroxî berga duyem, çapa duyem, (Tirkiye- 2021). 

3- Şîmal Zêbarî, Hindek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, (Çapxaneya Rojhilat- Hewlêr- 2015).