Şivan Mîrxan Badîn sala 1962 peywendî bi Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge li cem Hesoyê Mîrxan Dolemerî û di şerên Şûş û Şermen di sala 1962 û şerê Serê Akrê beşdarî kiriye, sala 1962 ligel Barzaniyê nemir derbasî navçeya Soran bûye, her di wê salê de di şerên Serê Sefîn, Sîsawa, Spîlk, Xelîfan, Dola Hîran û Nazenîn beşdar bûye, sala 1964 Pêşmerge bûye ligel Tahir Ûzêr Aẍayê Zirarî, sala 1968 hatiye veguhastin bo baregeha Barzaniyê nemir li Qesrê û Dîleman, di sala 1969 û şerên devera Barzan beşdar bûye, her di sala 1969 piştî wê yekê ku artêşa Îraqê navçeya Pişder dagîr dike, Şivan Mîrxan yek ji wan 70 Pêşmergeyan bûye ku bi fermana Barzaniyê nemir diçin bo azadkirina pêgeha (Maxûbzin) li navçeya Sengeser, piştî rêkeftina 11ê adara 1970 hatiye kirin bi fermandeyê batalyonekê û berpirsiyarêtiya kogayên çek û teqemeniyên şoreşê li Hacî Omeran jê re hatiye spartin, piştî nesko ya sala 1975 çûye bo kampên Zêwe û ji wir hatiye veguhastin bo Kerec, di sala 1979 peywendî kiriye bi Şoreşa Gulanê û vegeriyaye Zêwe, di sala 1980 ligel 100 Pêşmergeyan bi serperiştiya Kak Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalid çûye Ketîne û maweya şeş mehan li wir bûye.

Di sala 1981 beşdar bûye di wan mefrezeyên ku li navçeyên Barzan û Mêrgesor û Goretû çalakî encam dane û derb li dijmin weşandine, di sala 1982 birîndar bûye, di sala 1988 di dastana Xwakurkê beşdarî kiriye, piştî şalawa bednav a Enfalê û kîmyabaran kirina navçeya Badînan, ligel Pêşmergeyên din rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, piştî raperîna mezin a sala 1991 vegeriyaye bo navçeya Barzan.

Du xwarzayên wî bi navê Kerîm Mistefa Hedo û Mistefa Şeker Mistefa Şehîd bûne, di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzaniyê nemir jê re hatiye bexşîn, niha bi pileya Eqîd li Fermandeyiya Barzan berdewamî bi xebata xwe dide.

Çavkanî:

1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.