Pirtûka dengî
Mirina Reş
Ev pertûk ji derazînk û neh pışkan pêk dihêt ku bi giştî behsa êrîşa Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) bo ser Kurdistanê diket. Pışka êkê ya vê pertûkê li ser Îslama siyasî ye û neh tewera bi xwe ve digrit ku behsa rêkxistawa terorîstî Qaîde, rêkarên ji bo bihêzkirina hewa baweriyê hatine wergirtin, Beis û çekdarên biyanî û selefiyên cîhadî, pilandanerê damezrandina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ), bîr û bawer û îdeolojîya DAIŞ, jêder û dahatên diravî yên DAIŞ, wilayetên DAIŞ li Îraqê û welatên erebî û cîhanê, serbazgirtina zarokan, dagîrkirina Îraqê û çêkirina Dewleta Îslamî li Sûriya, diket. Pışka duwê behsa deverên veqetiyayî yên Kurdistanê û erebkirinê diket û çar tewera pêk dihêt, qonaxên erebkirinê, pilana êrîşa DAIŞ bo ser Kurdistanê, piştevaniya Amerîka û welatên rojava bo Kurdan, azadkirina deverên ji Kurdistanê veqetiyayî yên DAIŞ kontrol kirin. Pışka sêyê li ser Şingal, Êzdî û DAIŞ...

Niha
Beşa yekem
Deng tê barkirin...
Lez






