Pirtûka dengî
Tevgera Xwendekarên Kurd li Iraqê (1926-1970)
Ev pirtûk lêkolîneke akademîk e ku ji zimanê Erebî hatiye wergerandin. Dîroka tevgera xwendekarên Kurd û têkoşîna wan a pîşeyî û siyasî li Iraqê di navbera salên (1926-1970) de vedikole. Ji pêşgotin, destpêk, çar beş û pêvekan pêk tê. Di destpêkê de behsa derketina tebeqeya xwendekarên Kurd û pêşketina hişmendiya siyasî û rêxistinî ya xwendekaran di dawiya dewra Dewleta Osmanî de tê kirin. Paşê gavên damezrandina yekemîn rêxistina xwendekarên Kurd bi navê Civata Hêvî di sala 1912an de û rola xwendekarên Kurd di wê civatê û rêxistinên din de têne nirxandin. Beşa yekem li ser rola xwendekarên Kurd di civatên rewşenbîrî û rêxistinên siyasî yên Kurd li Iraqê di navbera salên (1926-1946) de ye û du mijaran dihewîne. Rola xwendekarên Kurd di avakirina civatên rewşenbîrî û rêxistinên siyasî de heta serxwebûna Iraqê di sala 1932an de, wekî Civata Dibistana Nehze (Rabin), civatên piştî çareserkirina parêzgeha Mûsilê hatin avakirin, Civata Ciwanan,...

Niha
بەشی یەکەم
Deng tê barkirin...
Lez






