Pirtûka dengî
Şiyanên erdnîgarî yên Herêma Rojavayê Kurdistanê (Lêkolînek di erdnîgariya siyasî de)
Ev pirtûk lêkolîneke akademîk e li ser sînorê Herêma Rojavayê Kurdistanê di nav dewleta Sûriyê û Kurdistanê mezin de, ku bi şêweyê beş, babet û tewaran hatiye rêkxistin, ji pêşgotinek û çar beş û pêvekekê pêk tê. Beşa yekem a vê pirtûkê çarçoveya teorî ya lêkolînê ye, du babetan dihewîne li ser têgîna Kurd û sînorê Kurdistanê û dabeşkirina Kurdistanê û destnîşankirina sînorê Kurdistanê, têgîna herêm û Rojavayê Kurdistanê û diyarkirina sînorê Herêma Rojavayê û rûber û şêwe û cihê Herêma Rojavayê ye. Beşa duyem behsa şiyanên xwezayî yên erdnîgarî yên Herêma Rojavayê dike ku pêkhateya jeolojî û bilindî û nizmiyê, avhewa, çavkaniyên avê, ax û rûpoşa riwekan, çavkaniyên kanzayî dihewîne. Beşa sêyem li ser şiyanên erdnîgarî yên mirovî yên Herêma Rojavayê ye û ji du babetan pêk tê, behsa erdnîgariya niştecihên Herêma Rojavayê wek guhertinên demografîk û guhertin û dabeşbûn û pêkhateya niştecihan, şiyanên erdnîgarî yên aborî yên Herêma...

Niha
Beşa yekem
Deng tê barkirin...
Lez






