Jînenîgarî

Cemîl Elî Cemîl, sala 1916an li gundê Ergoşê ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1963an li gundê Erdêl ser bi parêzgeha Hewlêrê koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1944an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxê 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqî dest bi ser hemû milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn 1945an û piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin, piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adarê 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegeriyana Mistefa Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsanê 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan, general Mistefa Barzanî di 6ê gulanê 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê ve, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulanê 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîranê 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Piştî ku hevalên wî di 10ê kanûna pêşîn 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê ew ligel wan neçûye û piştî şeş meh manê li Yekîtiya Sovyetê vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Ergoş nîştecî bûye, paşê piştî vegeriyana general Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê û hilgirsana Şoreşa mezin a Eylûlê, beşdarî şoreşê bûye.

Serçave:
  1. Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Dar El-Hîkme - 2016m).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  6. Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkirinên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931- 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  9. Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).